bar dikim; WordPress out Blogger in 

çîroka min û WordPressê di sala 2011ê de destpê kir. ji wê salê heta vê gavê 6 sal bihurîn. carna jihev dûr carna bê silav û kilam carna jî serhev tijî dibû. lê îro ev nivîs, nivîsa xatirxwestinê ye.  eslê wê dema min û WordPressê hevdu nas kir, haya min ji bloggerîyê tune bû; blog çi... Continue Reading →

Reklamlar

bîranînek

berî du salan rojeka ji rojan em deh pazdeh kes kom bûn, me niyet kiribû herin serdana camêrekî. vî camêrê gewre li ser ekranên tirkî gotinek wilê gotibû ku yên li wir yekcarî bi yekdestî xwestibûn wî li wir bikujin, roja din doz lê vekirin, roja dîtir gotin were îfadê, ew jî çû; dozger gotê... Continue Reading →

​bajarê di nav niwala de; sêrt

19ê mijdara 2017'ê, ji bo dîtina xwuha xwe û ezmûna hevala xwe me ji ameda di nava deştê de berê xwe da sêrta di nav niwala de. ji bo wê em çûn îlçegarajî, bi 50 mîlyonî me du bilêt standin, û seet 3:15ê nîv-otobûsa bi rê ket. pêşiya em gihan bismilê, paşî batman derket ser... Continue Reading →

ji kîşweran payîz e

ji kîşweran payîz e niha digo şairê çelengtirîn ê edebîyata kurdî, ê ku bejn û bal şitila bîşengê. belkî ne rojeka payîzê xwedê da, lê rojeka payîzê ji nav me koç kir, berê xwe da nav wan lehengên me yên din ên zû ji nav me bar kirin.  4ê mijdara 2017'ê, parka bîrdarîyê, amed êrîşa... Continue Reading →

heyat

diçim qursa ingilîzî, ev çar hefte ye, ez û cemoyê mûşî qurseka şexsî, mamosteya me ji zanîngeha aydinê teqawît bûye, beşa wê jî ingilîzî bû; yanî em ingilîzîya akademîk hîn dibin, bila dost û dijmin ji eqsa biteqin, kurdîya akademîk û ingilîzîya akademîk ka wê çi derxe ser rêya me. diçim stajê, hinek fors: parêzer... Continue Reading →

hestkuj

hingî emr zêde dibe, tiştên mirov liqayî tê û bandorê li mirov dikin ewqa zêde dibin. xopana teknolojîyê heyata me, fikr û hizrên me serobino kiriye. di twitterê de digerî diçî jêr; "li dêrezorê teqîn 40 kes mirin" diçî jêrtir: "heşdî şehbî berû sînorê kerkûkê ve tên, pêşmerge di amadebaşîyê de ne" mehdê te tirş... Continue Reading →

Berçavkên Mam Celal

navê wî çend xweş e. dema cara ewil min bihîstî, ez şaqis mam: mam celal. çi navekê resen e. apê mûsa jî wilê. ewqa jî qarîzmatîk, bejn û bala wî, hinekî zexm bû, erê lê têra xwe dirêj bû, depa singa wî ji dûr xuyan bû. ew gotinên wî yên ji bo kerkûkê car caran... Continue Reading →

WordPress.com.

Yukarı ↑