Di derheqê Xendekê de çend lêkolîn

XENDEK

Xendek gundekê navçeya Şirnexê Hezexê ye. Li rexa Çemê Dîjleyê hatiye avakirin. Gundekê kevnare û dîrokî ye. Di dema Bîzansiyan de weke kelehek mezin hatiye bikaranîn. Ev der sînorê Împaratoriya Bîzansê ye. Li hemberî wî kela Finikê di destê Persan de bû. Du kelehên mezinbûn li hemberî hev. Ji ber wê cihekî stratejîk bû.

Navê wê di nexşeyên wî demî de Bethzabde derbas dibe. Çiqas ku ev gund keleha Bîzansê be jî ku hêjî keleha wê, sûrên wê, pîlik, lûleyên avê, dêrên wê xûya dike gelê vê herêmê kurd bûn û bi awayekî xweser dijiyan. Li Xendekê deverek heye ku hêjî jêre dibêjin Mişara Kurdiyanya. Mişar ango xeta Kurdiyanya. Dema mirov ji vê xetê diborê êdî bêhna kurdan tê.

Di navbera Xendekê û Mizgeftok(Laleşok)ê de Xirabajarek mezin heye. Navê vî Xirabajarî yê rastîn Kurdiyanya ye. Li vir kurd di bin Împ. Bîzansiyan de awayekî xweser dijiyan. Hêjî xanî, sûr û şopên Kurdiyanya xûyayî ne.

Li nav erdê Xendekê de Kehniya Sitiyê heye. Ev kehnî cihê Sitiya Kudiyanya bû. Ev bermahiyên dîrokî li benda lêkolînê ne. Li benda lêkolînerên kurd e.

                  

                                                        Lêkolîner: Rênas XENDEKÎ

 

HELBESTA MIN A LI SER XENDEKÊ

Xendek; dergûşa min…
Te ez bi lorînên xwe yên zîz dihejandim…
Tê bîra te, ne we…!
Tu dergûşa min, ez jî zarokek li ser singa te bûm,
Tê bîra min…!

Te ez perwerde dikirim;

Di kaşên xwe de,

Di nav birk, kanî û çemên xwe de,

Li ser singa xwe, di axa xwe de…

Ez pê şîrê te, pê şîrê Çêleka Belek firşik bûme,

Hêjîr, tirh, bih, sêv û sêvsêvok,

Xox, mijmij, hinar û şimamok,

Çiqas xweş bûn…

Dehlok, seqlan, best û Xendeka Xirabe,

Pîlik, lûle û dêr,

Çiqas kevin bûn…

Li Kaniya Sitiyê, li Biya Ewlên, li Kaniya Haco,

Li Binya Êş, li Mişara Kurdiyanya, li Mêrga Dehşika û li Kaniya Kêpo,

Çiqas xweş bû tama Çemê Dîjleyê…!

Dayê, Xendek, tu dayîka min î,

Min dîsa hembêz bike,

Di nava her du destên xwe de.

Pêşiyê min biavêje Kereşa, wî milê avê,

Ji Kereşa li ser çemê Dîjleyê re min bifirîne Tilêla,

Ji Tilêla min berde nav seqlanên xwe, daku werim Cerehî û Mizgeftokê,

Kaniya Reş li bendê ye, min biavêje ser Delavê Xezalan,

Min berde;

ez ê bi xwe dîsa di seqlanan re biherikim hundirê te.

Dema ez ji Pirê bûrîm û min Hêlîna Hacî Reşkê dît,

min biavêje ser pişta leglega reşbelek,

Ew Leglegê min bêne û dane Girkê Legan,

Ez ê ji wir hilbikişim û werim li ser şopên Dêrê bigerim

Dema garan vegeriya, ez ê birevim pêşiyê,

Îro ji aliyê Kaniya Temes ve tê,

Ez ê ji wir temaşe bikim avabûna rojê,

Dema roj kete pişt deştê û ji bo rojek din hil bê winda bibe,

Ez ê werim nav xaniyên te yên ax.

Bû şev, dema çîroka xilas bû,

Ez ê li ser serbanê ax,

Ji ser textê hêsin temaşe bikim her heft stêrkên xwe;

Heger çiyayên li pêşberê te, çiyayê Dêra agir pê neketibe,

Ez ê serê xwe bikim bin lihêfa te,

Min bihebîne,

Xendeka min..!

(Helbest: Rênas XENDEKÎ – 1’ê Gulana 2011) te ez perwerde dikirim, di kaşên xwe de, di nav avên xwe de, di axa xwe de….
min şîrê te vedixwar û dixwar; hêjîr, tirh, bih, xox, sêvsêvok, şimamok…
çiqas xweş bûn welatê min, tu…
xendek…

 NAVÊN KEHNIYÊN WÊ

  1. Kehniya ‘Elkê(Qajik_Benîşt)
  2. Kehniya Binya Êş
  3. Kehniya Biya Ewlên (Goreka şêx an jî ilimdarekî li wir e. Yên nexweş diçin wir û wextekî dirazin. Piştî wextekî li gor baweriyê; ew zat tê xewna nexweşî û weke marekî ser re diçe û nexweş sax dibe.)
  4. Kehniya Cim’îka(cihê Civînê)
  5. Kehniya Cirnika
  6. Kehniya Çelo
  7. Kehniya Çemê Sor
  8. Kehniya Dehlokê
  9. Kehniya Êliya

10. Kehniya Gund

11. Kehniya Gundik

12. Kehniya Haco

13. Kehniya Hejira Kozê

14. Kehniya Hejîrê

15. Kehniya Kaşikê Hejîrê

16. Kehniya Kêpo

17. Kehniya Mêrga Dehşika

18. Kehniya Mêrgê

19. Kehniya Pîseka

20. Kehniya Sitiyê(Sitiya Xirabajar)

21. Kehniya Şixra

22. Kehniya Temes

23. Kehniya Tirik

NAVÊN CİH Û WAR Û KAŞIK Û XIRABAJARAN

  1. Aşkê Mejdîn
  2. Bankê Pîro
  3. Bêndera Zûr
  4. Benê Purtî(ev û bince’dê re nêzî tovê 20 elban)
  5. Berka Şemdîn
  6. Beroş
  7. Beroşê Hemîdê
  8. Besta Qelêç
  9. Bestê (Li ber çem cihê bi kuç û fireh û rast e.)

10. Çaya Kurtik

11. Çemê Binya Ewlên

12. Çemê Ehmo

13. Çemê Sor

14. Çemê Spîndara

15. Çemê Şirt

16. Çemkê Legan(Tovê 2 elba ê me)

17. Dehlok (Li ber Çemê Dîjleyê cihekî dar û ber e.)

18. Derê Şikeftan

19. Deşt(nêzî tovê 30-40 elban ê me))

20. Deştok(Deşta dûyem a piçûk e.)

21. Erdê Kehniya Cirnik

22. Gilxenzîr

23. Girê Nêriya(Nêzî tovê 40 elban)

24. Girkê Legan

25. Girkê Tûpişka

26. Girkê Zixronek

27. Goniyê Dinho

28. Gulşîlan

29. Kêlkê

30. Kevir Sipîka

31. Korta Dehlokê(Bi ser dehlokê re.)

32. Mendîşan

33. Mextera(Xetera) Şewlo(navek ermenîkiye)

34. Mişar

35. Mişara ‘Îdo

36. Mişara Govê

37. Mişara Kurdiyanya

38. Pişta Êş(nêzî tovê 20 elba ê me)

39. Qelêç(Dirû)

40. Sêlewan

41. Serê Sûlavê

42. Serêş

43. Sûlav

44. Şemilwan

45. Tirik

46. Xendeka Xirabe (Gundekê wextê Bîzansiyan mayî ye. Nêzîkî 1600 sal dîroka wê heye. Sûrên wê hêjî bi cih in.)(Nêzî 10 D.ê me)

47. Xwêrêz

48. Zeviya Dirêj

49. Zeviya Ezdîn

50. Zeviya Garanê

51. Zeviya Mecîd

52. Zeviya Mezin(nêzî 20 d.ê me)

53. Zeviya Miho

54. Zeviya Noko(Nehka)

55. Erdê Kehniya Mêrgê(ev û niwala kurtik nêzî 50 d.ê me)

56. Niwala Kurtik

57. Aşê Mala Hacî(Tovê 2 elba ê me)

58. Berseqlan(nêzî 10 d.ê me)

59. Aşê Mehûjoka(Nêzî 1 d.ê me)

60. Banê Rast(nêzî tovê 4-5 elba ê me)

61. Erdê Kehniya Sitiyê(nêzî tovê 50 elba ê me)

 

GUNDÊN XIRABE

  1. Xendeka Xirabe (Ji Xendeka nû bi qasî 300m. dûr e. Gundekê ku ji Bîzansiyan an jî Romayê mayî ye. Kela wê hê jî dimêne. Pere, lûleyên avê, malên wan hê jî tên dîtin.)
  1. Xirabajar (Di navbera Xendek û Mizgeftokê de ye. Navê wê yê rast Kurdiyanya ye. Ew jî xwediyê kelehekî ye. Gundekî kevnare û dîrokî ye. Li gor berê bajarek mezin e. Şûnmahiyên malên wan hê jî dixûyin.)
  1. Kavilê Biya Ewlên
  1. Kavilê Kêçê
  1. Kavilê Kehniya Kêpo
  1. Kavilkê Behîvê

Lêkolîner: Rênas XENDEKÎ

 

BERIYA XIRABÛNA GUND MALÊN DI XENDEKÊ DE

  1. Mala Ehmedê Silêman: 4 malên wan
  2. Mala Elî Haciya: 2 malên wan
  3. Mala Emerê Delo
  4. Mala Emerê Elî: 6 malên wan
  5. Mala Emerê Fatim: 2 malên wan
  6. Mala Evdirehmanê Xendekî
  7. Mala Hacî Sedûn: 5 malên wan
  8. Mala Hemedê Hesen: 3 malên wan
  9. Mala Hemedê Resûl

10. Mala Hemedê Sofî

11. Mala Hesoyê Simaîl: 2 malên wan

12. Mala Mele Mehmût

13. Mala Mihêyê Neder

14. Mala Mirad: 7 malên wan

15. Mala Qaso Tilêlî

16. Mala Reşîd

17. Mala Salihê Evdê: 2 malên wan

18. Mala Sebriyê Qasê

19. Mala Sofî Evdirehman: 3 malên wan

20. Mala Şêx Simaîl: 2 malên wan

21. Mala Xelîlê Ebo

Tevahî: 48 mal

Hejmara Ciwanên beriya 1994 (Texmînî-Yên 20-30 salî): 35

Lêkolîner: Rênas XENDEKÎ

Reklamlar

Di derheqê Xendekê de çend lêkolîn” üzerine 2 yorum

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s