ÎSMAÎL EBÛLÎZÊ CIZÎRÎ

  ZANYARÊ KURD BAVÊ ROBOT Û KOMPÛTERÊ: ÎSMAÎLÊ CEZÎRÎ

  (Ebul Îz Îsmail el-Rezzaz el-Cezîrî el-Kurdî)

Zanîna ku veneguhere pratîkê, di navbeyna şaşî û rastiyê de dimîne.“ Cezîrî-

         ÎSMAÎLÊ CEZÎRÎ  (1136-1206)

Îro li ser rûyê erdê bi qasî 3600 ziman têne axaftin. Ji van hinek zimanên dewletan in, yên din jî, ji aliyê neteweyên bindest ve tên axaftin. Netewên di dîrokê de bûyîn xwediyê dewletên mezin, heya îro zimanê xwe  parastine û pê de birine. Lê neteweyên wek Kurdan bindest mayîn jî, piraniya hebûnên xwe yên neteweyî baş neparastine û ew ji aliyê dewlet û netewên dagirker ve hatine dizîn. Kurd bi hezaran salan li ser erda bav û kalên xwe dijîn. Ew xwediyên çand û zimanekî dewlemend in. Lê çi mixabin dewletên wek Ereb, Tirk û Faris dixwazin dewlemendiya çanda Kurdan înkar bikin û dixwazin çanda ku ji Kurdan dizîne, tevî çanda xwe bikin. Gelek dewlet dixwazin kesên Kurd ên dahêner (mucîd) zana û feylesof, wekî Ereb, Tirk û Faris bidin nasandin. Ji wan yek jî zanayê bi navê xwe yê kurt tê nasîn Îsmaîlê Cezîrî ye. Ew ji Cezîra Botan e. Di sala 1136’an de li Cezîrê li taxa bi navê ”Deryê Çiyê“ hatiyê dinyayê. Navê wî Îsmaîlê ji Cezîrê ye. Navê bavê wî jî, Rêzaz e. Yanê lawê Rêzaz, Îsmaîlê ji Cezîrê- Ji bo vê jî bi kurtahî jê re Cezîrî hatiye gotin. Di dema ew jiyayî de  kesekî weke wî zana û zîrek nîn bûye. Bi wateya kesê bê emsal yê herî rind û qenc, jê re Ereban gotiye “Bedî-ûz Zaman Ebûl-îz Îsmaîl bîn El-Razaz El-Cezîrî El Kurdî“. Cezîrî lawê tacîrekî Kurd e. Di xortaniya xwe de li Amedê ketiye bin xizmeta Dewleta Artukiyan. Artukiyan hikmê xwe di navbeyna salên 1101-1409’an de li navçeya Heskîf (Hesenkêyf), Amed, Mêrdîn û Xarpêtê (Elezîz ) kirine. Ew dewlet di sala 1409’an de ji aliyê Dewleta Karakoyunliyan ve ji ortê hatiyê rakirin. Di qesra Artukiyan de Cezîrî wek endezyar xebitiye. Ew mirovekî biferaset û gelek jî zîrek bûye. Di wan sedsalên berê ku dema elektîrîk tune bûyî de, makîneyên bêelektîrîk, bes bi tesîra avê ji aliyê Cezîrî ve li cîhanê cara yekemîn hatine afirandin û hatine xebitandin. Dahênerê van makîneyan Îsmaîlê Cezîrî di zanîngehên cîhanê de tê xwendin û li wan deran têye nasîn. Cezîrî dahênên  xwe di karên rojane de, di qesra hikumdarên Artukiyan de bi kar anîne. Tenê ne di dema xwe de, ew îro jî wekî zanistekî bêemsal tê nasîn. Pêwîst e, ku Kurd û serokên Kurdan jî wî baştir binasin û navê wî bidin zanîngehên makîne û teknîkê. Navê Cezîrî û keseyatiya wî ew qas bilind e ku ew di nav Kurdên nemir de ye.  Lê çi mixabin di dema em tê de dijîn de çend Kurdên ku wî baş dinasin hene? Tirk di nav xwe de wî Tirk, Ereb jî wî wek Ereb dixwazin bipejêrin. Lê navê wî li cîhanê di nav kesên herî mezin de wek kesekî Kurd derbas dibe. Di berhema xwe de behsa 60 dahênên (îcatên) nû dike û  şiklê wan jî bi xêzên rengîn nîşanî me dike. Îsmaîlê Cezîrî ji aliyê zanyarên cîhanê ve bi navê fîzîknasê yekem tê nasîn. Wî cara yekem li cîhanê bingeha robot û kompûterê avêtiye û bi pergalên (alet-makîne) xwe mînakên yekemîn afirandine. Di mijara “Mekanîk” û “Dînamîk” de berhema wî li cîhanê di nav gavên yekemîn de têye pejirandin. Ew bi van dahênên xwe, di nav dahênarên (mucîd) cîhanê yên girîng de tê nasîn û têye bilêvkirin. Îsmaîlê Cezîrî di sala 1183’an de dest bi nivîsandina berhema xwe dike û wê di navbeyna 25 salan de temam dike. Ew pirtûka dahênan ya wê demê ji bo ku zimanê dewletê yê fermî zimanê Erebî bûye, berhem jî bi Erebî hatiye nivîsin. Ji vî alî ve Ereb wî dikin Ereb, ji aliyê din ve ji bo ku wê demê hikumdarên Tirkmenan li wir bêtir hikum dikirin,  Tirkan jî xwestine Cezîrî wek Tirk bidin nîşandin. Çi heyf e, ku bi tenê em Kurd navê wî zanyarî û navê berhema wî ya bi nav û deng nû dibihîzin. Dema Kurd li hebûna xwe xwedî dernekevin, wê demê dizên ku çandan didizin wê li hebûna Kurdan xwedî derkevin. Heya roja îro di destê me de yazdeh destnivîsên berhemê bi tîpên kevin di pirtûkxaneyên cihanê yên girîng de têne parastin. Ji wan sê destnivîs di pirtûkxaneyên Tirkiyeyê de ne. Dido ji wan Pirtûkxaneya Qesra Topkapi de, yek jimar jî di Pirtûkxaneya Ayasofyê de ne. Heya salên dawî di nav bêdengiyê de bi rengên xwe yên resen hatine parastin. Ew berhema girîng Tirkan nexwestine bidin nasandin û bi salan ew veşartî hîştîne. Navê berhemê yê resen bi zimanê Erebî, ”Kitab-ul Camii Beyn-el ilmi vel-amel En Nafi-i fi Sinaat-il hiye“, navê wergera zimanê Îngîlîzî ” Al Jazari’s Book of Knowledge of Ingenious Mechanical Devices“, navê wergera zimanê Tirkî ”Al-Jazari’nin “Mucizevi Mekanik Gereçlerini Anlatma Kitabı“. Mixabin ev behrem hêj bi bo zimanê Kurdî nehatiye wergerandin. Heke ew li pirtûk li Kurdî bê wergerandin, navê wê yê bibe ”Pirtûka Îsmaîlê Cezîrî Ya Amûrên Mûcîzewî yên Mekanîkê .“ Berhem bi tîpên Latînî di sala 1973’an de li Dewleta Yekbûyî ya Emerikayê (USA) li bajarê Bostonê bi zimanê Îngîlîzî hatiye weşandin, piştre Tirk jî, li ser wê berhema giranbuha rawestine û wan xwestiye ku wê bikin berhemeke xwe.

Di dîroka cîhanê de çawa Selahadîn Eyûbî lehengê Kurd tête nasîn, di zanista cîhanê de jî Cezîrî bi navê ”Endezyarê Mezin ê Kurd têye binavkirin. Li cîhanê dahênan (îcat) ji bo çi ew qas girîng in? Ji ber ku bi dahênanan çax hatine vekirin û çax hatine guhartin. Her dahênaneke nû bi xwe re dinya careke din ronî kiriye û jiyana mirovatiyê bi xwe re guhertiye. Çavkaniya vejenê (enerjiyê), bikaranîna avê, quweta hilmê, bikaranîna hewayê  bi xwe re mucîzeyên mezin anîne. Va ye, Cezîrî xwediyê van mûcîzeyan e. Cezîrî avakarê yekemîn yê zanista sîbernetîkê ye. Zanista “sîbernetîk“ li ser dayîn û standina navbeyna mirov û makîneyan radiweste û ragihandina (komînîkasyona) beramberî hev du kontrol dike û bi rê ve dibe. Di vê agahiyê de mirov pê dihese ku Cezîrî zanîna dahênanên xwe bi tenê di teoriyê de nehîştine û ew di pratîkê de jî qasî 60 dahênan (îcad) afirandine û makîne çêkirine. Di makîneyên çêkîrî de terazên (hevsengên) cuda cuda bi kar anîne û di hemiyan de jî bi  ser ketiye. Di hin dahênanên xwe de ji qiweta mekanîkê, di hinên din de jî, ji qiweta hîdro-mekanîkê sûd wergirtiye. Di dawiya van karan de, cara yekem sîstema otomatîk wî afirandiye. Wî di aliyê din de bi van dahênanên xwe dest avêtiye  teraza bingeha mantiqa elektoronîkê.  Li hemî cîhanê bi wan makîneyên xwe, Cezîrî bûye hîmdarê “Zanista Kontrola Otomatîkê.“ Zanyar û profesorên cîhanê di derheqê wî de dibêjin ku “Di nav zanistên heya îro de kesê ku  jê  derbas bibe nehatiye cîhanê. “ Di qesra Artukiyan a wê demê de, Cezîrî heya rojên xwe yên dawî karên xwe berdewam dike. Di rojên xwe yên dawî de vegeriyaye Cizîra Botan û di sala 1206’an de diçe ser heqiya Xwedê. Di derheqê gorna wî de hin gotin hebin jî, ew li ciyê camiya bi navê Nuh Pexamber a ku li Cîzîrê hatiye definkirin.

Gora Wî:

Dahênaneke Wî, Ji pirtûka wî (Fîlê bikatjimar (sedsala 12 an) :

Amadekar: M. Emîn Golçe, Rênas Xendekî

Rastkirin: Yûnûs Das

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s