Mehmed Uzun

MEHMED UZUN

JIYANA WÎ

Gava ku ji mirov tê pirsîn “Romannivîsên kurd kî ne?” navê ku ewil tê ser zar û zimanan, nemaze jî ji bo romannivîsên serdema me, navê Mehmed Uzun e. Vî romannivîsî û wêjevanê hêja, bi berhemên xwe yên hêja, wêjeya me ya nûjen zengîn kiriye û bi pêş xistiye. Bêşik û bêguman ev yeka henê li xwe heq kiriye.

Mehmed Uzun di sala 1953’ê de bajarê Siwêrekê ji dayik bûye. Zaroktiya xwe li wî bajarê derbas dike. Wekî her zarokên kurd çanda pêşî ji malbata xwe, çand û folklora zarokatiyê jî ji zarokên taxê hîn dibe. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Siwêrekê diqedîne. Di wan dema de weke gelek bajarên Kurdistanê li Siwêrekê jî tevgera welatparêzî û şoreşgerî hebû. Giraniya xortên Siwêrekê digel Mehmed Uzun di nav tevgerê de cihê xwe digirin. Piştî qedandina lîseyê, ji bo xwendina bilind derbasî

bajarê Enqereyê dibe û qeyda xwe dibistana mamosteyan a teknîk a bilind çêdike û dest bi xwendinê dike. Piştî cûntaya leşkerî ya di sala 1972’yan de tê girtin. Nêzîkî du salan li girtîgehên Enqere û Amedê tê girtin. Dadgeha leşkerî heşt sal ciza lê dibire lê paşê efûya giştî derdikeve û tê berdan.

Mehmed Uzun di xortaniya xwe de, bi hinek hevalên xwe re komeleyekê ava dikin. Li komeleyê rojnameyeke çar rûpelî ya bi nave ”Kültür”derdixin. Rojnameyê weşana xwe bi tirkî dikir. Carinan helbestên kurdî jî tê de cih digirtin. Berhema xwe ya yekem jî di wê rojnameyê de weşand. Ew berhem, helbesteke bi zimanê tirkî bû û li gelek kesan xweş hatibû.

Mehmed Uzun gelek kêfa xwe ji wêje û çanda kurdî re dianî, ji ber vê yekê çawa ku ji girtîgehê derdikeve berê xwe dîsa dide hevalên xwe yên çandperwer û wêjeperwer û li ser çand û wêjeya kurdî dixebitin. Ji aliyê hinek ciwanên kurd ve di sala 1976’an de li Enqereyê kovareke bi navê “Rizgarî“ dihate weşandin.  Mehmed Uzun jî di nav wan ciwanan de bû. Di bin banê kovara Rizgariyê de, wî û hevaleke xwe qursên kurdî didan hevalên xwe yên nivîskar. Armanca wan jî, ji bona kovarê gihandina nivîskarên kurdî bû. Di nava du mehan de qursa xwe diqedînin. Qursa duyemîn hê dest pê nekirî Mehmed Uzun dîsa tê girtin. Dadger bi awayekî heqaretwarî li ser Mehmed Uzun diqêre û dibêje, ”Kurd û kurdî nîn in.” Ji ber van gotinên dadgêr dilê Mehmed Uzun gelekê diêşe û ji wê rojê û pê de biryarê dide ku kurdî binivîse. Piştî heşt mehan ji girtîgehê tê berdan. Lê dîsa jî ewlehiya wî li dewletê

nayê û di sala 1977’an de derdikeve devreyî welêt. Diçe Swêdê û jiyana xwe li wî welatî didomîne û her wekî li wir hatibe dinê û li wir mezin bûbe, bi Swêdiyan re aşîna dibe. Li gel vê yekê jî êşa welêt ji dilê wî dernayê. Bi qasê ku derfetan dibîne tê welatê bav û kalên xwe demekê dimîne û hindik be jî hesreta dilê xwe dadixîne asta jêr. Çi demê bê welêt jî her carê herî kêm dozek lê tê vekirin. Dîsa jî berê xwe ji welatê bav û kalan nade aliyekî.

Mehmed Uzun her çi qas derveyî welatî be jî dev ji kar û xebatên xwe yên rojnamevaniyê berneda. Di navbera salên 1978 û 1981’an de kovareke mehane bi navê ”Rizgariya Kurdistanê” derdiket. Mehmed Uzun redaktorê vê kovarê bû û di her hejmarê de helbesteke wî ya bi zimanê kurdî derdiket. Piştî vê kovarê bi rêzê ve, di navberên salên 1986 û 1989’an de kovara “Hêvî”, di navbera salên 1986 û 1995’an de kovara “kurmancî “ û di navbera salên 1989 û 1992’an de jî kovara “90-Tal “ de jî xebitiye redaksiyona wan kiriye. Kovara dawî bi zimanê Swêdî bû û ev kovarên henê hemû jî wêjeyî ne. Mehmed Uzun ji bilî redaksiyona van kovaran, endamê Yekitiya Nivîskarên Swêdê, PEN klûba Swêdî û Yekitiya Nivîskarên Cîhanê bû û bi van rêxistinan re jî xebitiye. Bi kurtasî rêzdar Mehmed Uzun xwe li vî welatê xerîb û biyanî dabû pejirandin û hezkirin.

Ji aliyekî din ve jî meriv dikare bibêje derketina Mehmed Uzun ya derveyî welêt ji pêşveçûyîna wî re bûye dermanekî têkûz. Heger li welêt bima dê nekarîbûya binivîsanda. Dê her bihata girtin û êşkence bidîta. Yanî ji bo ku xwe rizgar bike, divîyabû dev ji nivîskariyê berda. Heta. Mehmed Uzun jî vê yekê dipejirîne û wiha dibêje” Heger ez derneketibûma derveyî welêt, dê min nekarîbûya bi ev rewşa dewlemend a ziman û wêjeya kurdî binivîsanda.”

Mehmed Uzun di  29ê meha Gulana 2006’ê de rastî nexweşiya penceşêrê hat. Di destpêkê de, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolinskayê ya li Stokholma Swêdê hat nivandin. Piştre jî, ji bo tedawîkirinê ew şandin Amerikayê. Mehmed Uzun di 11’ê Cotmeha sala 2007’an di saet dora 11.00’an li Amedê ji ber vê nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwedê.

BIKARANÎNA WÎ YA ZIMANÎ

Zimanê romanên Mehmed Uzun zimanekî sivik, hêsan, rewan û herikbar e. Xwedî şêwaz û uslûbekê ye. Kesên ku bi baldarî romanên wî xwendibin, bêyî ku navê nivîkar binêrin, tavilê pê derdixin ku ev qelem, qelema Mehmed Uzun e. Ji ber ku wî ji xwe re şeklên bikaranîna peyvan bijartine, şêweya hevokan durist kiriye. Hevokên wî zêde ne têkilhev in. Ji lew re jî berhemên wî gazî dikin ku ew yên Mehmed Uzun in. Kesên ku dixwazin kurdiya xwe bi pêş bixin, bêyî ku bikevin kopmpleksê bi rehetî dikarin romanên wî bixwînin.

Zimanê romanên Mehmed Uzun di Siya Evînê de; Ji hevokên kurt, têr, tijî û bihêz pêk tê. Di “Bîra Qederê” de; Lehengê romanê bi hevokên dirêj û tevlihev diaxive. Di “Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê” de; zimanekî lewaz, zelal û herikbar peyda dibe. Di Hawara Dîcleyê de jî, zimanekî xwerû, gihîştî, bihêz derdikeve pêşiya xwendevanan. Hin romanên Mehmed Uzun ji dawiyê dest pê dikin û ber bi destpêkê ve diçin.  Uzun di nivîseke xwe de dîbêje; ”Di zimanê romanên min de heger estetîk nebe dê êş jî nebe, estetîk nebe êş nayên gotin, lê belê estetîk jî girîng e û divê şeklên gotinê hebin. ”Mehmed Uzun di romanên xwe de gotinên pêşiyan, biwêj û nifiran jî bikar tîne. Pêşiyê wan dike lîste, dû re jî li gor dem û pêwistiyê, wan bi kar tîne.

Zimanzanê kurd Zana Farqînî, ji aliyê ziman, qalib, riyen vegotinê, biwêj û şayesên kurdî ve hinek rexneyên wî lê hebin jî, ji ber ku zimanê nivîskî nebûye xwedî standartekê ango zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê,  kêmasiyên wî normal dibîne.

RÊBAZA ROMANNIVÎSIYA WÎ

Gelo Mehmed Uzun romanên xwe bi çi awayî dinivîse, ji çi tiştî sûdê werdigire, çawa tevdigere? Tenê ji bona romana bi navê “Hawara Dîcleyê “binivîse, nêzîkî 150-200 pirtûk xwendine. Hinek ji wan nivîskarên pirtûkan jî ev in: Tomas Mann, Erika Mani, Carvantes, Orhan Pamuk, Ksenophen, Vergiliûs, Torî, Qanadê Kurdo, Tolstoy, Mehmûd Baksî, Yaşar Kemal û Qedrîcan hwd. Ji bilî pirtûkan gelek kovar jî şopandine kovarên wekî; Hawar, War, Laliş, Avesta, L’esprît, Agora û Pûr jî xwendine û lêkolîn li ser wan kirine.

Mehmed Uzun wêjeya angaje û wijdanê pir bi kar dianî. Derbarê vê yekê de jî fikrên xwe bi van gotinan tîne ser zimên: “Herî zêde pêdiviya kurdan bi toleransê heye. Li Rojhilata navîn neteweya herî bêşens, neteweya kurd e. Kurd, wekî miletekî di navbera çandên ereb, faris û tirkan de asê mane, hebûna xwe bi vî awayî domandine. Li ser rûyê cîhanê kurd yekane gel in ku mûcîzeyek pêk anine. Em kurd neteweke bêdewlet in û me romaneke bêdewlet nivîsand. Ji ber vê yekê jî, em bi vî aliyê xwe bextewar in. “

Romanên Mehmed Uzun dîrokî ne. Di romanên xwe de heta jê tê, zimanekî herikbar, têr, tijî û bihêz bi kar tîne. Di romanên xwe de çand, huner, wêjeya klasîk û wêjeya modern a kurdan bi kar tîne. Mirov dikare bibêje Mehmed Uzun şopdarê kovara “Hawarê “ye, ango bingeha Celadet Elî Bedirxan danî, jê re rêbertiyê dike. Romanên wî rexneyên tûnd li hember zîlm û zordariyên li ser zimanê kurdî dikin. Wî hinek lehengên romanên xwe bi xwe afirandine. Heta ku jê hatî wî daye dû jiyana lehengên romanên xwe. Çûye deverên ku romanên wî lê derbas dibin. Ji bo vê yekê jî wî rîsk jî standine. Mînak; bi nasnameyeke qelp hatiye Cizîrê da ku devera romanên xwe baştir binase. Wekî din jî çûye Misirê, Şamê, Wanê, Colemêrgê û Amedê. Qene bikare bi çavên lehengan, romanên xwe binivîse. Ji vê rewşa xwe jî gelek memnûn e. Di nivîseke xwe de dibêje ku; ”Ji vê tiştê re dibêjin hêza romanê, tu hinek leheng diafirînî ji romanên xwe re, gav bi gav mezin dikî, jiyanê didî wan, dibin heval û rêhevalên te yên herî baş. Dû re jî her çi qas te ew afirandibin jî, ew te perwerde dikin. Tu bi saya wan derbarê jiyanê de hînî gelek tiştan dibî.”

Mirov dikare bêje ku Mehmed Uzun bi lehengên romanên xwe re bûye yekpar.  Di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska Romanekê (Hawara Dîcleyê)“ de, hêstên xwe yên derbarê lehengekî xwe de bi vî awayî dide eşkerekirin: “Îro ji berî çend saetan min ‘Beşa bihûştê’ qedand. Di dawiya beşê de lehengekî romanê yê girîng Migo li sûrgûnê, di nav êş û hesreta welatê xwe de li Hanyayê mir. Dema kû Migo mir û min dawî li vê beşê anî, ez bi îskeîsk giriyam. Tişteke ecêp bû, berî niha min qet xwe wilo hîs nekiribû. Mirina lehengê  ku min afirandî, canê min diêşand. Te digot qey bi rastî kesek wilo heye û mîna ku bavê min e, birayê min e, mirina wî ji kûrahiya dilê min ve ez êşandim. Dêmax lehengekî berhemekê yê çêkirî û xeyalî jî ev qas zindî dibe û canê mirovî diêşîne!”

JI ÇEND ROMANÊN WÎ HIN BEŞ

 Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê”

                                                                                              

     …“Wê rojê her tişt mistekê ronahî û bi dengekî zelal dest pê kir. Roj, rojek ji rojên xwedê bû di ser newroza cejna biharê re çil roj derbas bibû. Stêrk hê neçûbûn ava. Stêrka sibê (Gelawêj) diçirisî. Tava rojê hê xwe nedabû xuyan. Lê ji dûr ve, şewqa çend tîrêjên tavê xwe dipûlipandin ser bendeva çiyayê Sîpanê Xelatê û dibiriqîn. Belê, li wê derê Sîpanê Xelatê hebû, çiyayê dostê ewr û ezmanan, serî bi mij û dûman, warê dilketî û evîndaran, şêr û pilingan, stariya keserkûr û bextreşan… Li jorê Sîpanê Xelatê, teyrên eylo û baz difirîn û didan perwazan, li jêr jî çem û ava golên Mûrad û Firad û Wanê diherikîn û pêl didan. Dinya bêdeng û sakîn, esman bêewr û zelal bû. Ji xuşexuşa avê û guvaguva sivikahiya bayê pê ve tu deng tune bû. Ji wê bêdengî û aramiyê beyan bû ku roj dê bibûya rojek yekta, bibûya sebeba stran û meseleyên nû û biketa devê dengbêj û stranvanan. ”…

”Bîra Qederê “

 

   …“Di bergeh de tişta herî berbiçav zerya(derya)ye. Zerya din nav rengelî kesk û şîn de hemû wêne rapêçaye. Tonên rengê şîn lê ne. Li aliyê dûr spiyekî qerqaş serdest e. Li derdorên qeraxên zeryayê taritiyek li ser avê dixuyê, di navbera herdûyan de jî hin celebên din ên reng şîn hene. Esman çîk vekiriye. Li cihê ku zerya û esman bi hev re dibin yek, komên ewran çilspîne. Lê li jorê cihê ku êdî ewr diqedin esman bi rengê şîn xemiliye. Rengê spî xwe qulipandiye ser rengê şîn. Ewr di nav de ne, lê nerm û sade dixuyin. Ne sawa ber û baranê, ne jî tisa ba û bahozê li wan e. Ew di nav spehîtiyeke zerîf de ne, mîna ku ew mizgîniya jiyana nû bi dînyayê digihînin. ”…

”Siya Evînê“

 

     ….“Sal 1922. Pencereyek û mirovek li ber. Kî? Rûyekî gulover, çavên reş wek komirê, porê kin û şehkirî, eniya fireh, guhên stûr, bêvileke xweşlihevhatî, sîmbêlên zirav û lêvên kentijî. Kî? Bejneke zirav, kincên xweş, qirewata hewreşîmî û dûmana cixarê. Kî? Fikr û guman, bîr û şik. Kî? Memduh Selîm, ronakbîrê kurd, bîrewerê gelê bindest û evîndarê xweşiyan, Memduh Selîm Beg. Nivîskar û berpirsyarê kovara”Jîn”ê, Memduh Selîm Begê Wanî. Belê, sal 1922, ji rojan 25 ê Îlonê. Na, ne 25 ê Îlonê. Beriya sê saetan 25 ê Îlonê bû. Niha 26 ê Îlonê, destê sibehê ye. Galata-Stenbol. Memduh Selîm Beg, mêrê têr bejindirêj li mala xwe, li odeya rûniştinê, rawesta ye û li kolanên teng yên Galatayê dinêre. Çi diqewime? Kurd, tirk, gelên din, Dewleta Alî Osman, Babailî, Mustefa Kemal û hevalên wî û dinya ber bi ku de diçin? Ev geremola piştî şerê cîhanê dê zelal bibe? Hingê? Berî çend saetan Memduh Selîm Beg li Kadikoyê, li mala sekreterê giştî yê rêxistina kurdan Kurd Tealî Cemiyetî Emîn Elî Bedirxan bû. Sibê, ne îro piştî çend saetan, kurên Emîn Elî Beg, Celadet û Kamuran Beg dê ji Stenbolê derkevin. Ew dê herin Elmanyayê, Munîxê. Bi dû wan re jî Emîn Elî Beg jî bi xwe. Ew jî dê tevî pîrik û keça xwe, here Mirsê, nik kurê xwe yê mezin Sureya Beg. Emîn Elî Beg û kurên wî ku ji serok û pêşengên tevgera kurd in. Dev ji Tirkiyeyê berdidin.”…

 

 

 

”Mirina Kalekî Rind”

….“ Li wê derê dostê min xeberdana xwe birî û silav da kalo. Dema dostê min û şivên silav da kalo, ez ecêbmayî mam. Hingê tiştên ku min nedipa ferq kir. Kalo jî silav da wan û gava wî silav li wan vegerand, wî serê xwe ji bilûrê rakir û li wan nihêrî. Kalo li wan nihêrî, lê çavên wî di valahiyê de bûn. Wî li valahiyê dinihêrî. Belê, kalo kor bû. Ev yeka ku min hay jê tine bû, hîn bêhtir bala min kişand. Kalo dostê min ji dengê wî nasî. Wan dest pê kirin û xatirê hev du pirsîn. Paşî jî kalo ka em çawa ji tixûb derbas bibûn. Di dewsa dostê xwe de, min bersiva vê pirsê da:

-Ez nizanim ka merîv dibêje baş bû yan jî xirab? Me xwe gihande vê derê… Helbet ev tiştek baş bû. Lê divê ez vê yekê jî bibêjim; Ev rêwîtiya han wekî pira siratê bû. Meriv gelek tiştan jê fêr dibe, lê gelek ditirse jî. Ez bi xwe pir tirsiyam. Kalo ez guhdarî kirim paşî jî hêdî hêdî keniya û got:

-Na na… Hûn divê neheqiyê li xwe nekin. Eger hûn xort û jîr nebûna xortiya xwe nîşan neda, hingê hûn dê ew çend netirsiyane jî. Ma tirs çi ye? Ma tirs dikare bêyî xortiyê hebe? Tirs xwişka xortiyê ye. Her wiha hûn divê ji bîr nekin, jiyana me, der û dorê me bi tirs û xortiyeke nedîtî hatiye girtin û pêçandin. Em insanê vî welatî di navbera tirs û xortiyê de diçin û tên. ”….

BERHEMÊN MEHMED UZUN

  • Tu, Dengê Komal (roman, 1984)
  • Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)
  • Mirina Kalekî Rind Orfeus (roman, 1989)
  • Siya Evinê, Orfeus, (roman, 1989)
  • Destpêka Edebiyata Kurdî, Ankara (lêkolîn, 1992)
  • Hêz û Bedewiya Pênusê, Weşanên Nûdem (pexşan, 1993)
  • Antolojiya Edebiyata Kurdî 2 cild, Tüm zamanlar yayincilik, Istanbul (antolojî, 1995)
  • Bira Qederê, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995)
  • Nar Çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)
  • Ziman û Roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)
  • Bir Dil Yaratmak (Afirandana Zimanekî), (hevpeyvîn, 1997)
  • Ronî Mîna Evinê Tarî Mina Mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998)
  • Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), (Pexşan, Tirkî, 1998)
  • Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Îstanbul (roman, 2001)
  • Zincirlenmiş Zamanlar – Zincirlenmiş Sözcükler (Demên Zincirkirî Peyvên Zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)
  • Hawara Dicleyê 2, Avesta, İstanbul (roman, 2003)
  • Ruhun Gökkuşağı (Keskesora Tînê) (vegotin, 2005)

Amadekar: Egîd Dêrşewî

 

Şêwr û sererastkirin: Yûnis Das

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s