Çîroka Zembîlfiroş

Çîroka Zembîlfiroş

Çîroka Zembîlfiroş û deqeke nebelavkirî ji Beyta wê: Min vê carê nivîsareke li ser Çîroka Zembîlfiroş’ê, ji pîtên aramî veguhast ser pîtên latînî û “malikên li ser çîrokê û deqa nebelavkirî ya vê çîrokê ne tê de”, li hin cihan min destkarî di rastnivîsiya vê babetê de kir.

 

 

Ev nivîsar, a berrêz Şemo Qasim e û di jimareya 23’ê ya kovara Lalişê de hatiye belavkirin. Kovara Laliş’ê kovareke kulturî ye û ji aliyê Bingehê Laliş’ê bi zimanên kurdî(kurmanciya bi pîtên latînî û aramî) û erebê li herêma Kurdistanê tê derxistin û di jimareya 28’ê ya 2008’an a kovarê de çend gotarên bi zimanê îngîlîzî jî hatin belavkirin.
Çîroka Zembîlfiroş û deqeke nebelavkirî ji beyta wê


Şemo Qasim Dinayî 

Li ba piraniya milletan efsane û mîtolocî hene.Gelek cara serhatî û çîrok hatine veguhastin di nav milletan da û bûne rênişandan û mefa û karê başiyê di nav civakê da. Me kurda jî gelek serhatî û çîrok û efsane hene û di nav civakê me da tên gotin û veguhastin.Yek ji wan çîroka, Çîroka Zembîlfiroş e.Aya Zembîlfiroş kî ye û mebest ji vê çîrok ê çî ye? Û çima weha biha bûye heta hatiye vehandin bi şêwê beytên hozanî û bi çendîn zarava li Kurdistanê hatiye gotin? Û nuha ev beyt bi sê zarava ye û li ber destê min e.Yek bi zaravê soranî û ji Mamosta Mela Ehmedê Kurê Mela Mewludî Şinwî hatiye wergirtin û ya duyem bi zaravê badînî ji Mamosta Şêx Beşîr Efendî kurê Şêx Mehmedê Sahirî wergirtiye û ev herdû deqe Mamosta Gîw Mukriyanî kiriye pirtûk bi navê Zembîlfiroş derêxistiye û li sala 1967 hatiye çapkirin. Û ev serhatiye hunermendê kurd Mirad Xanê Bayezîdî bi helbest û awayekî ciwan vehandiye û danaye.Li dorûberê sala 1190 koçî beramber 1785 zayînî ji zardevê derwêşa wergirtiye û Şêx Beşîr Efendî kurê Şêx Mihemed Tahirî ev helbeste pêşkêşî Gîw Mukriyanî kirye,piştî ji binemala Mirad Xanê Beyazîdî wergirtiye.

Dema ku mirov van herdû deqan dixwîne hizra yekbûna çîrokê dike lewma Mirad Xan kurteyek kiriye zarê soranî ku ji 35 beyta pêk hatiye. Belê bi zarê badînî jî 132 beyta pêk hatiye û herdû beyta Mamosta Mirad Xanê Beyazîdî kiriye beytên hozanî.

Her dîsan me şiya deqekê din bi zaravê badînî peyda bikin û bo cara yekê tê belavkirin. Berî ku em vê deqê li jêr binivîsin emê bi kurtî qala jiyana Zembîlfiroş bikin.

Nav û nîşan û jiyana Zembîlfiroş:

Navê wî yê dirust Mîr S’îdê Kurê Mîr Hesenê Paşayê Diyarbekir e(1) û wekî di serhatiye wî de xuya dibe,Mîr S’îd lawekî zor şox û şeng û ciwan bû û her kesekî çavê wî pê ketiba dilê wî dibijiyayê û evî mîrî gelek hez ji rav û nêçîrê dikir û jiyana xwe bi xweşî û keyf diborand.Belê rojekê li demê vegeriyane wî ji ravê li devera Zaxoyê û li nêzîk goristanekê dît hindek mirov miriyekî bigor dikin û danîne li ser darebestekê.Îna pirsiyar kir ka eve kî ye,dît xortekî çarde salî ye û got erê ez jî dê bimirim?

Zembîlfiroş kurê mîr e
Çûbû ser gorekî kûr e
Bîra mirinê hate bîre…
Çû malê bi dilekî nexweş û vê rûdanê kartêkirineka li derûnê Mîr S’îdî kir û berev jiyaneka derwêşiyê û koçekiyê bir û xwe kire feqîrekî xerqepoş û dest ji xweşiya dinê berda û berev jiyaneka derwêşiyê çû û jiyana xoşkandinê bo xwe kire serbor û berev du’a û diroze û ‘îbadetê çû, weku di vê sebaqa qewlê axiretê de xuya dibe(2):
Feqîra êk çêkir
Çû ji xoşî û lefzetêt dinê kir
Ev dunya hêla û bereb axretê kir
Her dîsan di beyta Zembîlfiroş da xuya dibe, demê dibêje(3):Go derkeve tu neyê pêş….here li dinê bibe derwêş

Nehêle qet rojî û nivêj……..bibe feqîrek xerqepoş
Lewma Mîr S’îd jiyana xwe guhart û xerqê feqîra kire ber xwe û jiyana mîrîtiyê ji xwe dûr kir û bajarê Dîyarbekir bi cî hişt û berev bajarê Mêrdînê çû li maleka veder jiyana xwe û xêzana xwe bi rê ve bir û di wî kulkî da qemîş dîna û selk û zembîl çêdikirin û li bazarê difrotin û bi behayê wan nan bo xêzana xwe dikirî. Dibêje:
Li riya Xwedê dê bim ‘evdal
Selka dê gêrim mal bi mal
Da bixo bikem rizqek helal
Pê bijînim jin û mindal (4)
Rojekê li demê geran da selka li nav mala çavê mîrekekê bi Zembîlfiroş ket û dilê wê ne dilekî ketê belku bi hezar dila keftê û deng li xudama xwe kir da wî Zembîlfiroşî bînine cem wê û demê gehiştine qesra wê dergeh lê girt. Belê Zembîlfiroş mirovekî Xwedênas û derwêş bû û xwe dûrî xatunê kir û naçar bû xwe di ser banê qesrê re avêt. Belê çu lê nehat. Xatunê neşiya Zembîlfiroşî ji bîr bike û xulam û xudam berdane nav bajarî heta bi ser mala wî hilbûn.Îna xatunê qesta mala wî kir û hevjîna wî qaîl kir ku cilkên xwe pêk bigihurin da digel Zembîlfiroşî bijît. Belê nikarî armanca xwe bi cih bîne.Evên li xwarê çend beyt in wek hevpeyvîn di nava Zembîlfiroş û xatunê de:

Xatûn dibê hey lawikê ciwan

Dilê min qet naçit selkan
Min ji te divêt keyf û seyran
Zembîlfiroş got:Hey xatunê xoş hermetê

Agirê Xwedê bi canê te ketê
Ma ne qiyamet ya li dû me di tê
Ez lew nakem vê suhbetê
Piştî Zembîlfiroş ev dîmene dîtî careka din ew bajêr bi cî hişt û vegeriya Diyarbekir û piştî çend sala babê wî mir û ew bû Mîrê Diyarbekir û li ser textê paşayê rûnişt. Belê bi roj hikimdarî digêra û bi şev selk çêdikirin û bi huhayê wan nan bo zarokên xwe dikirî bi keda xwe ya helal.Li dumahiyê mebest ji vê çîrokî û serhatiyê ew e ku mirov ‘edaletê bi kar bîne û zulmê neket û hizra jiyana xwe bike li dunya û axretê û aqlê xwe li ser nefsa xwe zal bike.

Eve hûn ew deqê nebelavkirî ji beyta Zembîlfiroşî ku serhatiya wî hate gêran û li ser zarê husta Cemo Mecêwrê Xetarê (Xaterê gund e) hatiye veguhastin û wî ji hustayê xwe wergirtiye.

Beyta Zembîlfiroş

Ey meclisa pir zewq û xoşî
Guh bidene suhbetek xoşî
Dikeyn behsê Zembîlfroş
**
Yadîl were… yadîl were
Hinciyê bi te înit bawere
Neşf’et lê ye ne mehdere
**
Yadîl were… carek bicoş
Camê dila şerbet ‘inoş
Dil îqîna Zembîlfiroş
**
Zembîlfiroş lawkê rewale
Wê çêdket zembîlêt male
Şevê û rojê axret xeyale
**
Zembîlfroş zembîla tîne
Kolan kolan digerîne
Xatûn li ser banê dimeyzîne
Qelpê dilê wê diqetîne
**
Xatûnê mifte lakir
Çû hindir û sur li cêriyê eşkera kir
Go vî derwêşî qelb û dilê min cuda kir
**
Çi xatûneka bi xêlî û sipîçare
Ewê cêriya xo dihinare
Da wî derwêşî bînite bale
**
Çî cêriyeka bi qulp û bende
Go ya derwêş mîr wê te dixwende
Wê bide selka te zor behamende
**
Zembîlfroş dibê bila we bî
Cêriyê tu selka ji mîr re bibe
Çi Xwedê qismet kirî bila ew be
**
Çî cêriyeka bi bend û wilêbe
Ku derwêş neka çu hisêbe
Dîtina mîreka ne ‘ecîbe
**
Cêryaî derwêş anî
Dergeh da destê dergevanî
Lawkî bi fêniyê nedizanî
***
Dergevanê dergeh dadave
Derwêş qutbû ji ejnî gave
Ewî nedizanî pîşiya wî dave
**
Xatûnê got:


Zembîlfroş hey lawkê biyanî
Ez rastî bêjme te tu pê bizanî
Min tu ji muhceta dilê xora anî
**
Zembîlfiroş got:


Xatûnê ez tobedarim
Ez xudan mal û ‘eyalim
Li ber mîrê mezin ez gunehkarim
**
Xatûnê got:


Zembîlfiroş lawkê feqîra
Tu keremka li ser textê mîra
Axretê tu bike ji bîra
**
Zembîlfiroş got:


Xatûnê gerdan şibabê
Em dê çine nav ax û tirabê
Tirsa min ji roja hîsabê
**
Ez nakem vê xilmetê
Min dil nebû bo vê fîkretê
Tirsa min ji qiyametê
**
Xatûnê got:
Hey Zembîlfiroş lawkê mirêva
Keremke li nav baxçê sêva
Dîşlîm bike bi herdû lêva
**
Zembîlfiroş got:


Xatûnê gerden tenikê
Reşkeziyê te wek marê di selkê
Wê ditên û diçin li qasekê
**
Xatûnê gerdenzerê
Em her dê çine nav ax û berê
Tirsa min ji roja mehşerê
**
Xatûn çû û çû bi kar kir
Qolê zêra li ber eniya xo bar kir
Kalemêrê heftê salî dîn û har kir
**
Zembîlfiroş got:


Xatûnê tuye aqil temamî
Ye şirînî wek şerbeta camî
Ji serî û binî tu li min heramî
**
Xatûnê got:


Zembîlfiroş lawekî xase
Bes bike zehmet û qase
Tu ji destê min nabî xilase
**
Zembîlfiroş got:


Xatûnê li sehtê û gavê
Ez da tehiyatekê bigirim bi avê
Wê nedizanî ew dê çite ser banî û xo havê
**
Çi xatûneka sermeste
Û av ji cêriyê dixweste
Go ezê bikem li deste
**
Zembîlfiroş got:


Eve gunneheka mezine
Tu avê bikey li destê mine
Ew gunnehkariya her bo mine
**
Derwîşî seh kire mezelê heta mezelê
Û ‘erdek nebû xo lê veşerê
Derwêşî da dercêt serê
**
Zembîlfiroş çû serbanê qesrê û destê xo berejêr kirin:


Derwîş bere jêr fikirî
Û bere jor rênî û berda girî
Got yarebî tu min xilaskey ji vî agirî
**
Banga min rebî xeqîqetê
Min xilas bihey ji vê zehmetê
Yarebî bang û hawarêt min ji ba te tê
**
Banga min Xwedê û melekê cebare
Yêt wekî Eyubê kurma xware
Yêt wekî Îbrahîm û Sare
**
Yêt wekî Nemrudê Luqat Tenare
Yêt wekî Hebîbê Necare
Xwindkarî jê dixwast barek arê mişare
**
Maliyê gotê; hey Hebîbê Necar
Were binve wek her car
Xwedê mestire ji şah û xwindkar
**
Banga min xwediye êkî bi tinê
Yêt wekî Nebî Nuh sefîne gêran li dinê
Li serê çiyayê lê sekinî Cudî bi tenê
**
Xwedê gotê Cibraîl û teyrê sivik
Tu here ber burca kinik
Zembîlfiroş danê erdê tenik
**
Pê nekey çû zehmetê
Demê dikefte wê qadê
Bang û hawarêt wî ji ba ma tê
**
Kelha xatûnê mermer hezare
Zembîlfiroş xo dihavîte xware
Û tiştek jê nedibû azare
**
Zembîlfiroş dihate male û çu nemalbû li xeyale
Maliyê vêra dikire şer û qêl û qale
Tu çuyî bi selik û tebeq û tu hatî vale
Emê bi çi xwey di têrken van ‘îyale
**
Zembîlfiroş dibêje maliyê:
Ez çûme pir fîşekala
Min cêriyayek dî pir lêb û hewala
Digel xatûneka bi xêlî û spîçare
**
Qesreka bi mermer hezare
Bo demekî ez têda kirim hesare
Û min ji ser qesrê xo dihavête xware
Û bi qudreta Xwedê tiştek li min nedibû zirere
**
Ew maliya bi sitûmûrî
Got ya derwêş hinciyê li te bike zurî
Me ew sparte rebê jûrî
**
Zembîlfiroş got:


Maliyê agirekî dade li hêre
Û her wekî duhî û pêre
Xwedê dizane bi şer û xêre
**
Maliyê agirek dada bi kuçik
Melek Cibraîlê emîn hate nik
Çendîn tam û tiruşk havîtine zik
**
Wexta maliyê derê beroşê vekir
Ma şaqis û hizra rebê xo kir
Zarok komkirin dinav wan kir


Li vir beyt tê birîn û nêzîkî deh malikên din jî mane û dest me neketin.Bi umêd im rojekê ez bikarim peyda bikim.Belê hustayê ji mi re gotî bi serhatî ev ya mayî veguhast.Digot Zembîlfiroş bar kir û qesta cihekî xewle kir li dewrûberê Mêrdînê û rojekî Mîrê Mêrdînê lê bûye mîvan û nas kir û vegerande Diyarbekir û bû mîrê wê deverê.

Jêderk:

(1)Çîroka Zembîlfiroş/Yadgarî Mirad Xanî Bayezîdî,Çapxaney Kurdistan/Hewlêr 1975


(2) Qewlê Axretê


(3) Çîrokî Zembîlfiroş/r16


(4)Ji zardevê husta Cemo Mecîwrê Xetarê li roja 20/8/2005. Ev çîrok û beyt hatine wergirtin.Nivîskar: Şemo Qasim
Werger: Hallocî Larê

Jêderk: e-weje.com

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s