Di Stranên Dengbêjiyê De Xendek

MÎRA BIHAR E

Xendeka navçeya Hezex a Şirnex
Xendek

Mîra bihar e li binê vê beriyê şêra bihar e li binê ve beriyê

Teyê heşîn dike kûlîlûka pîjyana mala bavê xweyî şewitî

Na wile reş tehliyê malê me wê danîne li ber kelekê li ber gemiyê

Derbasbûne Xendek û Cirehiyê na wile çemê Zihêriyê

Malxwê banî dike kevaniyê

Tûyî dagre çeltekê diyariyê, em ê nêriya qentar bikin berana bidine pêşiyê

Em ê biçine serdana mîrê kurmançiyê

Belkî berdê lawkê min rebena Xwedê, bê bibe şivanê pezikê dûşaniyê

Lo lo lo heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê

Mîra bihar e, dilikê min bi hezêze, şêra bihar e dilikê min bi hezêze

Kerî û kervanê li Banê Xanê ziravka Hoserê bûne rêz bi rêz e

Kesekê li ser dewr û zemana neditiye mîr û hakim bigrine kere şivanê li peşya pêze

Heyla  li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê

Mîra bahar e dilikê min bihane şêra  bahar e dilikê min bihane lo lo lo

Bila Xwedê avaneke Cizîra Botan e neyê li têde sêxê mane ne melane

Neyê têde keşe mane ne metrane

Neyê têde mane cot meelmên van cuhiyane

Ezê biçim belkî berdin, bê bibe şivanê va pezane

Heyla  li min jarê heyla li te jarê

Dinya alemê ji xwe re girtine dostik û yar e

Dilê min evdalê Xwedê nade tu soz û tu qerar e lê lê lê heylê jarê

                                                                              Berhevkar: Mamoste Mihyedîn

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s