Gotinên Navdarên Kurdan

Gotinên Navdarên Kurd

“Zanîna ku veneguhere pratîkê, di navbeyna şaşî û rastiyê de dimîne.” (Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî)

Feyza me weka Nîl e, lê em Dicle û Ferat in.” (Melayê Cizîrî)

“Aşiqê nazik û mehbûban,

Tu mebîn bê ser û bê saman im,

Gulê baxê îremê  Bohtan im,

Şeb çiraxê şebê Kurdistan im”

(Melayê Cizîrî) 

“Ez mame di hitmeta xwedê da

Kurmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm.”

(Ehmedê Xanî)

 

 

“Min Digot Qey Tu Bi Zimanî, Ma Tu Bi Kurmancî Nizanî?” (Cegerxwîn)

“Bila mirov kuştiyê şêra be, ne girtiyê roviya be.” (Gotina Pêşiyên Kurdan)

“Berxê xelkê ji meriv re nabin beran.” (Gotinên Pêşiyên Kurda)

” Kurd bûn zehmet e” (Mîr Kamuran Alî Bedirxan)


“Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e.” (Celadet Alî Bedir-xan, Hawar 1941)

“Belê dotmam heta mirov xwe nasdike, mirov emrê xwe xilas dike.” (Celadet Elî Bedirxan)

Mi zur û dalaweran de şimad neşa baş bi kero no mirê ders bo. Ezi şima vero çêwt ne biya no ci şimare derd bo.” (Seyîd Riza)

 

 

”Bila neviyên me li pêşberî dijmin me fedîkar dernexin” (Şêx Seîdê Pîran)

”Ji her kesî zêdetir kurd ji bo xwe xirab in, kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyêbûne, baweriya wan bi xwe tuney û mezinatiya hevdu napejirînin” (Simkoyê Şikak)

” Ey dîrok, an ezê te bi azadiyê binexişînim, an jî ez ê her wekî ku min tu ne jiyayî bihesibînim” (Abdullah Ocalan)

“Min gotiba bi zimanekî din weke Îtalî, Erebî an jî Ingilîzî ez ê stranan bêjim gelo ez ê dîsa weke xayînê welêt hatibam îlankirin.” (Ahmet Kaya)

” Xwendingeha min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, zagonên jiyanê yên dijwar in, zextên civakî, xiyanet û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e” (Yîlmaz Guney)

” Nejî ji bo mirinê, bimre ji bo jiyanê” (Îbrahîm Ehmed)

“Pelixîbûn bi xwe re koletitiyê tîne. Heger welatekê me yê azad hebûya gelê me jî yê bizanîbûya xwedî li nirxên xwe derkeve.  Emê bibin koleyê pelixîbûna gelê xwe.” (Eyşe Şan)

“Di navbera ziman û ramanê de têkiliyeke xurt heye. Eger hûn bi kurdî biaxivin hûn ê wekî kurdan bifikirin, eger hûn bi tirkî biaxivin hûn ê wekî tirkan bifikirin.” (Îsmaîl Beşîkçî)

“Nedîtina kêmasiya xwe, kêmasiyek ji wê kêmasiyê hîn mezintir e.” (B. Seîdê Kurdî)

“Bi gotinên dijmin ên şirîn nexape, dibe ku di nav hingivîn de jehr hebe.” (Se’diyê Şîrazî – Helbestvanê Fars)

”Ez dibexşînim lê ji bîr nakim.” (Nelson Mandella – Şoreşvanê Efrîqa Başûr)

Azadî û demokrasî, bi xwîna mirovên bêguneh bê boyax kirin,pîrozbûna xwe wenda dikin.” (Mahatma Ghandî – Şoreşvanê Hindîstanê)

“Em şer naxwazin lê madem me dest pê kiriye, em êdî nizanin bes bikin.” (Ernesto Che Guevera – Şoreşvanê Kûbayê)

Berhevkar û Amadekar: Rênas Xendekî (renasxendeki )

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s