Hacî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)

Hacî Qadirê koyî Xaniyê didoyan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe dişewitî. Helbest û qesîdeyên wî tev de li ser milet û welêt in.

Çend helbestên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin navê “komela helbestên Hacî Qadirê Koyî” de çap kirine. Di wê komeleyê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komeleyê Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ku di zarokatiya xwe de guhastiye Koyê navê “koyî” pê ve bûye.

Hacî jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata edîb û Helbestvanên Stenbolê. Ji helbestên wê heyamê pirê wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.

Hacî dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî bûn; heke nisxeke wê hatiye şewitandin heye ku nisxa din rojekê bikeve destên me.
Hacî di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Dibe ku li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veşartî ye.

Di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa’î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û ar û bê deng.

   Hecî Qadirê Koyî

“Le meydanî behar e, şarekey Ko,

Qubey kişmîrî da ber şeq we ku go”

…..

 

“Kurdî axir bilê çîye ‘eybî,

Her kelamî heqqe nîye ‘eybî”

“Ya le gel Farisî çî ferqî heye,

Bo çî ew rast,bo çî em kemîye”

Hacî Qadirê Koyî

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s