Siyahpûş

Min qebûl e xemr û saqî dêr û zennar û senem
Min nebit seccade û ewrad dîgel seddaneyê
Ger hebîma min cehennem dafit û tu dane bî
Sed qesem dê biçime nêv de ez bi qesda daneyê

Siyahpûş / Siyahpoş

siyahpûş

BEROJ/12.01.2009 – Dîwana bi navê Seyfulmilûk a helbestvanê kurd yê navdar Siyahpûş ku 300 sal berê bi destnivîsê hatiye nivîsandin, hat dîtin. Di nav dîwanê de helbestên ku qet nayên zanîn jî cih digirin.

Dîwana helbestvan Siyahpûş ku di wejeya kurdî de kesekî navdar e, li Stockholmê derket holê. Şêx Mîsbahê Silîvî ku li Amedê dijî, diyar kir ku diwana mijara gotinê, demeke dirêj di pirtûkxaneya wî de cih girtiye, lê demek berê gihandiye kurê xwe yê rojnameger Mahabad Arda. Şêx Mîsbahê Silîvî anî ziman ku pirtûka ku berhemeke dîrokî ye ji bavê wî jê re maye. Silîvî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbestvanê kurd yê navdar Siyahpûş ji bo malbata min gelekî girîng e. Ji ber vê jî ev dîwana wî ji bavê ji min re wekî mîrate maye. Bi salan e ez vê dîwanê diparêzim. Ji bo navê Siyahpûş bê jiyandin li ser wesiyeta bavê min, min navê kûrê xwe jî Siyahpûş danî. Ji bo ku ev berhem bigihîje vê rojê ji bo min peywireke zehmet bû.” Silîvî diyar kir ku ji bo ku pirtûkê wergerîne alfebeya latînî amadekariyan dike.

‘DEFTERA YEWMIYEYÊ’

Berhema orîjînal ya Siyahpûş a bi navê ‘Seyfulmilûk’ wekî  mewlûda Mele Xelîle Sêrtî ‘Nehcul Enam’ û mewlûda Melayê Bateyî li ser 11 heceyan hatiye amadekirin û taybetiya wê ya wêjeyî jî  heye. Diwana ku di warê dîrokî de jî xwedî nirx e, di wê demê de bi ben hatiye honandin. Lê dema ku pirtûk ji me re hat bergê wê û çend rûpelên wê kêm bûn.

Dîwan ji ber zextên wê demê bi armaca ku bê parastin bi awayekî balê nekişîne hatiye amadekirin. Ji bo ku bê parastin li ser bergê wê ‘Deftera Yewmiyeyê’ hatiye nivîsandin û heta roja me hatiye. Siyahpûş di dîwanê de alfabeya erebî bi kar aniye û bi zaravayê kurmancî nivîsandiye. Nayê zanîn ku dîwan ji çend rûpelan pêk tê, lê 132 rûpelên wê gihîştin roja me.

Nayê zanîn ku helbestvanê kurd ê navdar di kîjan dîrokê de jiyaye. Lê li gorî agahiyên ku Şêx Mîsbahê Silîvî dide, Siyahpûş di dema Osmaniyan de her tim li dijî hikumdarên wan derketiye. Her wiha bac û leşker jî  nedaye Osmaniyan. Ji ber vê yekê jî bi hevkariya eşîretên kurd yên din hatiye girtin û hatiye kuştin. Siyahpûş demekê di bin parastina begê Konfederasyona Eşîreta Silîvan Ferhoyê Înzer Axa de jiyaye. Tê zanîn ku Ferhoyê Înzer Axa di salên 1700`î de jiyaye. Li gorî vê yekê tê texmînkirin ku Siyahpûş 300 sal beriya roja me jiyaye.

DI NAV XIZANIYÊ DE JIYA

Siyahpûş bi eslê xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye. Demekê li Tehranê dimîne û piştre diçe Bexdayê. Ji Tehranê jî derbasî Silîva dibe û di bin hîmaya Ferhoyê Înzer Axa de li gundê Hilêliyê dijî.

Li gorî agahiyên Şêx Mîsbahê Silîvî goristana Siyahpûş niha li ser çiyayê gundê Kurbetê ye. Goristandi sala 1962’an de ji aliyê Mele Evdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbahê Silîvî ve  ji nû ve hatiye çêkirin. Li ser kêla wî jî agahiyên nasnameya wî nivîsandine. Siyahpûş ji ber ku li gundên çiyayî jiyaye, der barê vê de helbestek jî nivîsandiye. Hemû gundên çiyayî yên Silîva wekî herêma Narîk tên zanîn. Li gorî hin rîwayetan jiyana Siyahpûş di nava xizaniyê de derbas bûye û tenê 3 mirîşkên wî hebûne. Ev mirîşkên wî jî ji aliyê gundiyan ve tên dizîn. Li ser vê yekê Siyahpûş helbesteke wiha dinivîse:

Ehlê Narik ehlê nar in
Bi dev dost in bi dil neyar in
Sê mirîşkên Sîyahpûş

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s