Dorpêça Li Ser Cizîrê

Dorpêça Li Ser Cizîrê*

1. dorpêça ev mehek bû dewletê amadekariyên wê dikir e. ji aliyekî ve ji derên din leşker û polîs anîn cizîrê û dest danîn ser 4 dibistanan, ev çar dibistan kirin cihên van polîsên ji derve, her wiha çek û aqrep û panzer anîn; ji aliyê din ve cihê sekvan û nîşangiran xweş kirin, xetên telefonê û xetên înternetê qutkirin û derketina derve ji duh seet 20:00’an heta fermaneke duyem qedexe kirin. ne telefon ne înternet tiştek nema. tenê xendeqên li serê kolanan man. û piştî seet 20:00 şer destpê kir û heta sibehê dewam kir. li gor xeberan du kes hatine şehîdkirn. niha seet 11:39 hê jî xetên telefonan nîn e, ne vodafone ne avea ne turkcell. aniha înternet vekirin, qedexeya derketinê didome.
05.09.2015 11:40 | xendekî

3. dor û ber hatine girtin, kes nikare ne derkeve ne têkeve. niha nava rojê bombe diteqin, teqereqa fîşekan e.
05.09.2015 12:07 | xendekî 

7. îro jî berdewam e. hê jî qedexeya derketina derve dewam dike, hê jî xetên telefonê girtîne, hê jî der û dorên bajêr hatine girtin, têketin-derketina bajêr ji aliyê leşkerên “dewleta tirk” ve hatine girtin. kareba/elektrîka çend taxan tune ye, ya cudî jî vê sibê çû va nîvseet e nû hat.

şevê din şerekî dijwar hebû, heta berdestê sibê, bombe keleş çekên otomatîk, dengê gulleyên sekvanan (sniper) nesekinîne.

di navbera taxan de têkilî nîn e, tu kes nikare here were.
  06.09.2015 14:20 | xendekî

8. dorpêça bi berxwedana gel dewam dike ye. her şev li dijî qedexeya derketinê gelek kes derdikevin derve û vî şerî protesto dikin.

niha nava rojê jî dengê pevçûnan li bajêr olan dide. dengê gulleyan diçe û hey diçe.

duh şev jî ciwanek hate kuştin. navê wî sait çagdavul e. heta niha ne essehî be jî hejmara şehîdan bû 2.
06.09.2015 14:30 | xendekî

9. dorpêça bûye sedema mirina tifalekî, muhammed tahir yaramış 35 rojî ye. ev 35 roj e xwedê dayî. duh şev nexweş ketiye û ji ber polîsan nikarîne bibin nexweşxanê, ji ber wê miriye.
06.09.2015 19:59 | xendekî

10. dorpêça niha bi baran û ba û bahoz û firtonê berdewam e, xetên telefonan hê jî girtîne. niha firtoneyeke ecêb destpê kiriye. di gel xurexura ewran brûsk û beledîyan dengê çek û gulleyan bilind dibe. rehm e dibare? li ser kîjan alî rehm e gelo?
06.09.2015 20:01 | xendekî

11. dorpêça hingî diçe dijwartir dibe, xeberên dawî:
-li girên raserî cizîrê tang bicih kirine, topek avêtine taxa çemkûrkê, ji ber wê agir girtiye 3 xaniyan.
-niha qîrevîjek li dora mala çêbû, xaniyekê 100mitrokî ji me dûr, dibêjin li pêşiya xanî jinikek brîndar kirin, polîs ji jor ve ji milê mam elo re ketine taxa cudî, jixwe digotin li wir tang bicih kirine. jinikek brîndar bû, zilamekî mezin çeka xwe kiriye destê xwe de li ber derî sekiniye, ev deh pazdeh cara diteqîne, hinek çûn bakin yên jêr. me jî rehniyên xwe girtine, yên çekên wan heyî kirine destê xwe de. tenê ji bo xwe biparêzin.

îşev şereke dijwar heye, piştî xebera 06.09.2015 kuştina 15 leşkerên dewleta tirk çavsorî bi wa ketiye. har bûne!!!
  06.09.2015 22:17 | xendekî

16. dorpêça ku kete roja xwe ya 4. de. dîsa dengê fîşek û çekên otomatîk tên. xetên telefonê hê jî girtîne, dibêjin ya turkcell car caran ew jî tenê xêzikek dikişîne, îro hineka digot ya aveayê jî hinekî hatiye, nizanim rast e an na, ya min vodafone, hîç nîn e. hê jî li hin taxan kareba/elektrîk nîn e, bi taybetî taxa çemkûrkê, li ba me li cudî heye, duh carekî çû, piştî 3-4 seean hat. hê jî têketina taxan û kolanan û nava bajêr qedexe ye, çend parlementer di nava taxan de diçin û tên. nahêlin ambulans têkeve kolanan. ji ber vê rewşa brîndaran xirab e. cinazeyên kesên mirî di. mizgeftan de ne, nikarin bibin veşêrin. ji hin deran re av naçe, bêav mane, dikan market, sûk, her der girtiye. kes newêre nêzîkî cehdeyan bibe.
-qedexeya derketinê dewam dike.

-min şevê din gotibû, jinek brîndar bûye. keçikeke 13 salî ye, navê wê cemile cagirga ye, cîrana me ye, hena sê çar xaniyan dûrî me ne. hewşa xwe de gava bi kefçî û lalîkekì deng derdixist gulleyek hatiye li dilê wê ketiye, hema li wir dimire.

-hejmara miriyan ne diyar e, hejmara brîndaran ne diyar e.
07.09.2015 13:15 | xendekî

17. dorpêça ku ev agahiyên dawî jê hatine:
-îro kurikek 10 salî navê wî omer magî ye dîsa ji aliyê sniperan ve hatiye brîndarkirin.

-li ber mizgefta nêrgizì ya di navbera fatih i.o.o û marketa sariyildizê de sniperekî fîşekek zilamek pîr daye. aliyekî ketiye aliyê din re derketiye. dibêjin ew birine nexweşxanê baş e nebaş em nizanin. weke din problema doktoran heye. dibêjin doktor nemane. gelekan baz daye. ji ber zilma polîsan. ev e çend car e diavêjin ser nexweşxanê, zilmê li doktoran jî dikin. li ser gelek bînayên xwe sekvan (sniper) bicih kirine. jixwe evên dimirin gelek jî ki aliyê van ve tên kuştin.
  07.09.2015 17:19 | xendekî

19. dorpêça ku hingî diçe jiyanê wêran dike.
-îro berêvarî sê zarokên ji bo kirînan nên çûne ber firnê ji aliyê sekvanan ve hatine brîndarkirin. her sê zarok jî li pişt hev, ji eynî lingî, ji lingê çepê di bin gozekê re brîndar kirine. peyama çi ye nizanim, lê bes yaw bes.!! mirov çawa gulleyan diberde lingê zarokan, bi zanebûn. tişteke çawa ye? ev çi insan jn?
07.09.2015 22:38 | xendekî

22. êdî belkî derî formatê binivîsim, biborin. aniha dengê teqînên mezin tê. tişta min ji deng fêmkirî dengê topan e. xwedê’kim li malên tu kesî nekevin.

tişteke çawa ye nizanim. tu hew dibînî gulleyek ji derekî tê.

lê ew qûna xwe jî bidirînin! nikarin bikevin taxên me!!! evqas. 100.000î bêhtir mirov li vir in.! yan divê hemû bên kuştin! yan jî kes taxên xwe bernade.! an divê werin rûnin, weke insanan biaxivin! an jî wê herkes bibîne dewleta tirko li vir hîç e.
07.09.2015 22:53 | xendekî

25. dorpêça şevê din hinekî sekinîbû lê piştî seetên 2-3ê gelekî dijwar bû. vê sibê jî eyn wilê dewam dike. dengê topan tê. li gor hin agahiyan xwestine bikevin her sê taxan cudî çemkûrkê û yafesê lê li her sê deran jî berxwedan e û polîs xwe paşve kişandine.
08.09.2015 09:42 | xendekî

26. (bnr: dagir kirina axa kurdistanê)
08.09.2015 13:04 | nazim tolhildan

28. qet ne xema tirkiyeyê ye.
ji bo pkkê hinek dibêjin weke we nikariya bajarên xwe biparêzin, nexwe we çima şer da destpêkirin.
êrîşkirina sîvîlan ne parçeyeke şer e. ger dewleta tirk êrîşî sîvîlan bike, kes nikare bibe asteng. ma ger pkk bixwaze êrîşî gelê konyayê bike, kes dikare wan asteng bike?
08.09.2015 19:51 | simurg56

29. kete roja xwe ya 6. şevê din gelekî dengê topan dihat, îro xebrr hat, topek li malekî ketiye û tê de du kes mirine, xanî jî şewitiye. îro jî şer berdewam e, qedexe berdewam in. niha dengê diruşman bilind dibe. berre dengê gulleyan tê, dengê fît û tilîlîyan jî serde.
xwarin, vexwarin kêm bûye, qût nema, jixwe firsed nedan kesî ji xwe re bînin. li hin deran hê jî ceylan nîn e. xaniyên şewitî, miriyên nayên veşartin, nexweşxaneyeke vala. dewleteke pîs î heram î bêexlaq û gelekê berxwedêr û serhildêr!
problema avê heye. îro ava me ya vexwarinê jî xilas. dilxwede îro dora kolana me bû, wê av bihata, lê nehat. di bîdonê de av nemaye. tenê di çend meterokan de maye. me ji mala cîrana ava bîrê anî, bi wê firax miraxan dişûn. wê heta kengî îdara me bike nizanim.
08.09.2015 22:01 | xendekî

30. dorpêça ku her diçe nexweştir dibe. av û ceylan nîn e, tiştên xwarinî kêm dibin. xetên telefonê hê jî girtîne. rewşa brîndaran girantir dibe. rewşa nexweşên kronîk girantir dibe.

-zarokê duh ji aliyê sekavanan ve ji lingê xwe brîndar bûyî rakiribûn nexweşxaneya şirnexê, îro ji ber ku xwîna wî zêde çûye lingê wî hatiye jêkirin. niha li nexweşxaneya şirnex e.

-şevê din du kes mirin. yek zilamekî 70-80 salî, ji ber nexweşiya xwe dikeve, nikarin bibin nexweşxanê dimire.

-ya din jineke 40-50 salî ye, navê wê meryem sume ye, diya 7 zik zaro ye, şevê din bi gulleya akrep’ekî ji aliyê dewleta tirk ve hate kuştin.! li pişt xwe 7 zarokên sêwî hişt û çû.

-îro silhedîn demîrtaş û gelek parlementerên wê bên cizîrê, niha di rê de ne, li gor agahiyan wê ji bajarên derdorê jî gelek kesan bi xwe re bînin. û heta ev dorpêç nerabe wê ji vir neçe.

-belkî ji ber wê be îro hinekî sekiniye. dengê gulleyan ji wan rojên din hindiktir tê.
  09.09.2015 12:15 | xendekî 

31. dorpêça aniha bû sedema mirina ciwanek din. polîs gulleyan li ser taxa yafesê dibarîne, cwanekê 20 salî yê bi navê özgür taşkin brîndar dibe. lê ambulans nayê û nikarin rakin nexweşxanê, li wir ew jî dimire.

niha ji gelek aliyan ve kurd ber bi cizîrê ve tên. ji nisêbînê gelek kes li hêviya demîrtaş in, ji aliyê şirnexê ve gelek kes ji pêşîgirtina polîsan bi çol û çiyan ketine û li wan deran tên.
09.09.2015 13:48 | xendekî

33. dorpêça îro roj hinekî aram bibû, yanî qet nebe dengê gulleyan kêm bibû. lê niha felaket e. aniha qiyamet e. li ser hev teqîn pêk tên. ev e nêzîkî 15-16 teqînên dijwar çêbûn. ne teqînên ji rêzê. guhên mirov kerr dikin. û dengê gulleyan kêm nabe.
09.09.2015 23:35 | xendekî 

34. zarokeke din….
dorpêça zarokek din jî brîndar kiriye. niha xeber hat. devran budak 9 salî ye. ji aliyê polîsên dewleta akpê ya tirk ve hate brîndar kirin.

-aniha li qereyallari û qesepxanê şereke dijwar heye. rewş pir xedar e.

-beriya hatina silhedîn û şirnex û silopî herhal dixwazin hemû çek û teqemeniya xwe xilas bikin.

-aniha teqîneke din jî çêbû. ez dinivîsim top diteqin.
09.09.2015 23:42 | xendekî

35. min hêvî dikir, hikûmeta başûr, bi taybet jî pdk û mesud barzanî derheqê vê dorpêçê de tiştekî bêje, dengê xwe li dewleta tirk bike, lê mixabin bi qewlê muhsîn nemcû û şirîna wî; kes le derdî kes xeberdar niye..

”warê me welat e ey heval, rêça me dûr e

………..

dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
sitêra sibê îro ji şerqê li me da der

rewşen kirî kurdistan, bi carek wê seraser
nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e

piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye

karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye”
09.09.2015 23:56 | endazer 

36. 00:18 dorpêça ku îşev malxirabûnan bi serê me de tîne.

-hê jî top diteqin. niha tiştek teqa ez cihê xwe hilveciniqîm. plana wan seda sed eve e: îşev xira nebe, êdî xira nabe.

00:20 ceylan çû. înternet nema. dîsa teqîneke mezin çêbû dûvre gulle, ceylan çû hat çû hat û qut bû. aniha bê ser û ber li ser me direşînin. niha dengê dirûşman bilind bû.

jêrenîşe: ji ber ku gava min ev peyam dinivîsin ceylan çû min nekarî bişînim. vê sibê seet 10:00’ê de ceylan hat.
10.09.2015 12:57 | xendekî

37. dorpêça ku şevê din komkujiyek bi xwe re aniye.
-şevê din top li hin malan ketine, bi wan topan çend kes mirine.

-jineke 20-30 salî ji aliyê sekvanan ve tê kuştin, zaroka wê jî piştî wê deqeyekî li ber serê wê tê brîndar kirin. gulle li guhê zarokî ketiye, ew nemiriye, lê diya wî hate qetilkirin.

-li gor agahiyên heta niha şevê din 8 kes hatin qetilkirin.

bi vî awayî hejmara kuştiyan di şevekî de ji 12’ê giha 20’î.
  10.09.2015 13:01 | xendekî

38. dorpêça ku şevê din 8 kes dane kuştin. li taxa çemkûrkê 4, li taxa cudî 3, li taxa sûrê 1 hatine qetilkirin. di şevekî de 8 kes…

-ji nav van 8 kesan 2 kes jin û mêrên hev in. topej li mala wan ketiye. jin û mêr dimirin, bapîr brîndar dibe yek din jî ji eynî malê brîndar dibe.
10.09.2015 15:41 | xendekî

39. hingî roja dîtir rewş nexweştir û girantir dibe.. dewlet dibêje qey bi kuştin û talanê wê cizîrê kerr bikin, lê ma cizîr kengî kerr bûye heta îro xwe kerr bike..

”hizir dikirin
eger hizar ser jê kirin
hizar hizar berze kirin
kurd dimirin
lê ji bîr kirin
kurd ji mirinê mezintir in
ji sêdara bilindtir in
ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in”

êşa her cizîriyekî ku îro di bin dorpêçê de ye bikute quzzê jina wî kurdî yê piştî vê saetê dîsa bê û ji cizîriyan re behsa biratiya gelan û welatê hevpar û nizanim çi quzzê kerê bike..
10.09.2015 16:51 | endazer

40. şevê dî raserî mala me, malek topek lê ketiye, û di malê de jin û mêrê xwe û xesûya xwe mirine, xezûr û neviyên xwe jî birîndar bîne..
ya rebbê alemê! tu ji cem xwe belayekî welê bîne serê van dêqehbên devbixwîn, ku te heta niha neaniye serê tu qewm û miletekî zalim, tu zilma wan ji pozê ehl û eyalê wan re derxîne!
10.09.2015 16:54 | endazer

45. A ku emrê wê hindik mayî, weke îktîdara akpê wê wêran bibe.
Dîsa cizîrê mohra xwe li dîroka kurdan da.
10.09.2015 23:32 | gerezbabuma minêporêtebialasta

46. dorpêça ku kete roja 8. hemû qedexe didomin. şevê din li gor wan rojên din hinekî sekinî bû. xwedê’kim wilê bidome. şevê din ciwanekê 19 salî yê navê wî selman ağar e brîndar bibû, gulleya dewleta dagirker li serê wî ketibû, îro ee jî timam bûye, şehîd ketiye

-Bunyamîn Îrcî, (15) salî ye. ji cudî derbasî çemkûrkê dibû. li wir ji aliyê polîsan ve tê kuştin.

-Mehmet Dîkmen, (70) salî ye. qeyrana dil derbas dike. ambulans nekariye were taxê. ew jî dimire.
11.09.2015 10:37 | xendekî

47. (bnr: kesên di dorpêça li ser cizîrê de hatîn kuştin)
11.09.2015 10:38 | xendekî

49. dorpêça ku ev heşt roj bû xetên telefonan jî bi xwe re biribûn. aniha şebeke hat. niha telefon dikişînin.
11.09.2015 13:12 | xendekî

50. dorpêça ku tê de gelek polîs jî mirin e. îro teqînek çêbû, di teqînê 5 polîsên dewletê mirin.

-şebeke dîsa çû. xetên telefonan dîsa hatin birîn. aniha şebeke nakişînin.
11.09.2015 17:21 | xendekî

51. dorpêça kete roja 9. niha rewş hinekî baş e. qetnebe dengê gulle û teqînan kêm e. şebeke nîn e. av nîn e. xwarin kêm e. bi taybetî li taxa çemkûrkê kareba nîn e. lê a baş me îro xebera ti mirîyan nebihîst.

-bi berxwendana gel a dîrokî dewletê îro gavek paşde avêt. di daxuyaniya îro ya walîtiya şirnexê de hat gotin ku sibî seet 07:00’ê de qedexeya derketina derve radibe.

bi vî awayî gel wê bikare derkeve. Wê bikarin tiştên xwe yên kêm peyda bikin. yên ki derve mane asê wê bikarin werin ba malbatên xwe. û herî girîng û muhîm em ê bikarin miriyên xwe veşêrin.
11.09.2015 21:33 | xendekî

53. di vê dorpêçê de gelek polîs hatin kuştin. gelek tank hatin pelixandin. vîdeoyek hebû, li ser facebookê niha nikarim peyda bikim. du sê les ji aliyê banê xanê ve aliyê çemkûrkê dikişînin, leşkeran tang/tankên xwe yên hatîn rûxandin bi alîkariya hin tankên din dikişandin. yê vîdeo dikişand ji hevalê xwe re digot: “kuro ma ev îşê heneka ye, berxkê yabo”
11.09.2015 23:08 | xendekî

57. niha li cizîrê me. bajar ji şerek derketiye. ev yek ji her derê bajêr xuya dike. 4 taxan xera kirine. hema bêjin bi hezaran malan gulebaran kirine. heta topê hawana avêtine. ev 9 rojan de tiştê ku liviyaye, berî dane. çêlekan heta berî kevokan jî dane. ev jî nîşan dide ku çekên termal bikartînin. tê gotin ku hêjî li binê erdê mayin hene û polîsan jî dû xwe bombeyan hiştine. lewma bê kontrol ketina nav wan mehellan hê jî bi xeter e. vê sibehê du zarok perçe bûne ji ber bombeyek ku di destê wan de teqiyaye.
bi rabûna qedexê, mirovan birîndarên xwe birine nexweşxanê û cenazeyan jî rakirine morgê. lê heya çend saet berê jî hêj hinek cenaze li bûzxaneyan bûne. kalekî heftê salî di desta de poşetê nan berî dane û kuştine. rebeno serê wî belav bûye. hêjî xwina wî û poşetê nanê wî li erdê ye.
dozgerên dewletê jî dest bi otopsiyan kirine. cenazeyên mayî jî otopsî dikin. hê jî li malan birîndar hene. hê jî bi hezaran însanan newêrin ji mala xwe derên.
rewşa bajêr bi giştî pir xerab e. bi kamyonan xwarinan tînin û li gel belav dikin. herkes baz dide dermanxaneyan. cade û kuçe tijî çop û gelaş e ku ev neh roj e nehatiye berhevkirin û bin tavê de maye. loma li bajêr bêhnek ecêb heye. divê ewil ev gelaşan bên rakirin. tev mîkrob û nexweşîn in. dibe ku nexweşiyên mezin li bajêr biqewimin.
av birandiye. tenê avê bîran heye. ceryan li hinek deveran heye. înterneta mobîl û telefon tune ye. niha min ji derek wireless dît ji wir dikevimê.
bi giştî rewş ev e . ez dikarim bêjim ku gel neşikiyaye. gelê cizîrê hêjî ew gelê berxwedêr e. jin, zarok ciwan ligel ku pir westiyane dîsa jî rû bi ken in. lê rewş ne diyar e. kes nizane wê dewlet ji vir şûn de çi bike. îxtimalek mezin e ku dîsa pevçûna çekan pêk bê û dîsa derketina kolanan qedexe bikin.
12.09.2015 13:22 | elegez

58. ez pirr kêfxweşim ku îrade û berxwedana gel neşikiya. ev tiştek pir girîng e da ku di rojên hatî de ji bo têkoşîna gelê kurd bibe mînak. eger berxwedana cizîrê bişikiyana ji bo hemû gelê kurd wê psîkolojiya têkçûnê dest pê bikira û dibe ku gel hêviya xwe winda bikira. ev nebû û nebe. roj bi roj gelê kurd ber bi yekbûn û netewebûnê ve dimeşe.
12.09.2015 19:02 | ceso

59. (bnr: mehmet erdoğan)
12.09.2015 21:26 | endazer

60. dorpêça ku 9 rojan domiya û bi şkestina dewletê qediya. 9 rojan dewam kir, şebekeyên telefonan birîn, înternet qut kirin, derketina derve qedexe kirin, elektrîka çend taxan birîn û bernedan, 23 insan mirin ji van 11-12 bi gulleya polîsan, bi gulleyên ji akrep û tankan û sekvanan hatin kuştin; yên din jî ji ber ku dewletê nedihêlişt ambulans bikevin nava taxan negihan nexweşxanê û mirin. jin mirin, zarok mirin, ciwan mirin, pîr mirin, mêr mirin! lê vîna vî gelî neşkandin! nekarîn bişkênin! dii şer de jî pişta wan neanîn xwarê, lê bi bênamûsî êrîşî zarokan kirin, di şer de her mirin, tankên wan pelixîn, piçên wan çûn ezmanan, lê ew bêexlaq xwe bi zarokan re dîtin, êrîşî sivîlan kirin.!

kevok kuştin, 11/12 kevok hatin kuştin! çêlekek hate kuştin. 20-25 dîrekên elektrîkê brîndar bûn, çend têlên elektrîkê mirin, bi sedan dîwarên xaniyan hatin xira kirin bi tank û topan! hezar û yek kun li dîwarên xaniyan vekirin, morîk li gerdana xaniyan rêz kirin. qotiyên gemarê kunî kunî kirin. lê neşka! lê neket! lê yek kesî/ê serê xwe netewand.

av nema; yên bîrên wan heyî deriyên xwe li cîranên xwe vekir.
xwarin nema; yên du qet nan û sîrika wan heyî sifreya xwe li cîranên xwe vekir.
elektrîk nebû; dengê tilîlîyan şev ronî dikir.
derketina derve qedexe bû; kes di mal de nesekinî, civat li nava kolanan geş bû.

asoxî
bi hezaran jixwebawer hatin dagir bikin; rih li wan nema.
bi dehan tank û akrep hatin; nîvî pelixîn, hatin kişkişandin birin.

axweş
roj hatin; şev çûn!
13.09.2015 01:12 | xendekî

***Ev nivîs di dema dorpêça li ser cizîrê de roj bi roj hatiye qeydkirin. Di ferhenga înteraktîv a kurdî tirsik.net ê de hatiye nivîsîn.

image

Wêneyê 1. Merarîma veşartina şehîdên berxwedana cizîrê:

Wêneyê din, êrîşên dewletê û talana li ser bajêr çêbûyî:

image

image

image

image

Wêne: xendekî, cizîr, 12.09.2015

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s