Ka Heyfa Cizîrê

Ka Heyfa Cizîrê

image

15 03 2016 17:22
Em ji Amedê derketin, diçin Cizîrê. Ameda ku ji şevê din ve dikele.

– Ji ber ku Nisêbîn û Hezex girtiye em li Midyadê re derbas dibin.

– Niha 50 km ma ji Cizîrê re. seet ji 19:30 bihurî. qedexe destpê kir. Em ê çawa xwe bigihînin malê?

15 03 2016 20:09
Em hatin sekinandin. qontrola nasnameyan.

Piştî qontrolê otobus bi rê ket.

Nava bajêr qedexe ye. Ji rêya derdorê re dizivire. Em di têketinê de bernadan, berê me dan derketina Cizîrê.

Ev nîv seet e li vir. Nahêlin otobus têkeve nava bajêr. Gotina wan: “Ji xwe re bakin erebeyekî bila bê we bistîne.” dema vê gotinê dibêje dizane ji ber wan kes nikare bi erebê derkeve.

Beriya me jî mamosteyek wek me maye asê, wî bakiriye dobloyekî, doblo ji bo mamosteyê fermî tê. Bi wî re em 9 kes tevî ajokar dobloyê siwar dibin.

Ji vir derbas bûn, careke din ser pirê me disekinin, li vir jî her tişt dubare dibe. Dûvre em ketin nava bajêr. Her sed mitroyê erebeyek zirxî heye. Niha em gihan maleke nas, mala me li Cudiyê ye, çûna wir û meseleya ereba xerîb me dihêle vir îşev. 15 03 2016 21:18

Roja 1.
16 03 2016 10:44
Bû sibeh. Em nûka diçin malê. Di nava kolanan de rê ve diçin. Hemû dîwarên kolanan bi gulleyan qulî qulî bûne. Di malên kêm-xisar de jiyan destpê kiriye. Erebeya alîkariyê xwarinê amade dike.

16 03 2016 10:50
Di nava otogarê re derbas dibin. Du otobus hene, bûne qirrik, şewitîne, ji ber baranê jî niha zingar girtine. Dibêjin erebeyên wan xwendekarên ji bo piştgiriyê hatîn Cizîrê ne. Li dû wan jî erebeyên navbajêr ên şaredariyê, cam û pencere û derî şkestî, mane wê erdê.

16 03 2016 10:56
Xaniyên xirabe hê jî wek xwe ne! Xirabe ne, bêdeng in!

x

image

16 03 2016 11:01
Niha li taxa Cudîyê ne, kolanên me niha tijî enkaz û xirbe ne. Zarok kêm in û nalîzin.

16 03 2016 12:17
Niha giham mala xwe.

16 03 2016 12:17
Nava rojê dengê çekên giran li ser bajêr bilind dibe.

16 03 2016 17:51
Seet nêzî 19:00ê dibe. Dikanên li ser cehdeyê ji bilî çend liban hemû hatine girtin. Li taxên bajêr ên kevin mirov dibêje qey tu tişt nebûye. Lê li Cudî kolaneke saxlem nemaye.

16 03 2016 17:54
Niha li Cudîyê me. Dinya tarî bû, Cudî jî tarî bû. Hê jî ceyalana taxê tune ye. Ji çar mehan bêhtir e ceylan nîn e. Seet 17:57 e, lê hema bêje kes li derve nemaye.

16 03 2016 18:01
Bajar bêdeng e. Taxa Cudî bêdeng e. Xaniyên şewitîn bêdeng in.

Roja 2.
17 03 2016 15:44
Li her kolanê çend erebên şewitî hene. Herkes ji derekî ji nû ve destpê dike, wêranên xwe şîn dikin.

17 03 2016 15:46
Yekî digot:
“Ma ne ji wan re namîne!”

Yeka din digot:
“Xwedê jî pişta zalima ye!”

Yekî din digot:
“Hêvî Xwedê ye!”

Yeka din digot:
“Xwezî hemû mal û milkê me çûyîban lê bila ew ciwan û gêncên me, yên mêhvan nemiriban.”

Yê din digot:
“Êdî ew keyfa Cizîrê ya berê nema.”

Roja 3.
18 03 2016 17:05
Seet pênc e, li sûka Cizîrê me. Sûk hê vê seetê dest bi amadekariyên xwe dike, esnaf dikanên xwe lev didin, seet nêzî 19:00ê dibe.

Roja 4.
19 03 2016 21:44
Îro jî bû şev. Li sûkê ew dagirker destê xwe dihejînin, diçin û tên. Di çavên herkesî de eksek xuya dike, kîn heye, heyf heye.

Roja 5.
20 03 2016 13:48
Îro yê cîranê me behsa xutbeya vê hefteyê kir û got: “Em çûn xutbê, melayek din hatibû, ji me re xutbe dixwend. Piştî qisetên xwe yên erebî dest bi tirkî kir. Behsa teqîna Enqerê kir, ji bo miriyan dia kir, ji bo brîndaran şifa xêrê xwest. Me jî lê guhdar dikir, piştî çend tiştên din got me hew dît ji me re got ‘Teröristler temizlendi’ (Ji terorîstan paqij bû) Dema wilê got yek carî cimaet em hemû tevde rabûn, cimaetê melayê xwe da ber yuhh’ê. Hinekan silogan avêtin bi tirkî: ‘PKK li her derî ye.’ Mela bakir cimaetê got: ‘Ev gotinên Xwedê û pêxember in!’ Cimaetê got: ‘Na wileh ev ne gotinên Xwedayî ne.’ û em derketin, çûn derve me ferza xwe kir û em ji mizgeftê derketin.”

Roja 6.
21 03 2016 18:05
Şev e, tarî ye. Di navbera bodruma yekem û duyem de me, 21ê Adarê Newroz e îro. Bêdeng e. Dîwar bêdeng in, xaniyên hilweşiyayî bêdeng in. Îro li Amedê agirê Newrozê bilind bû, sibî dora Cizîrê ye, wê li vir bilind bibe?

image

Roja 7. 22 03 2016 09:07
9 mirîşk û dîkên diya min hebûn. Piştî şer qediya tenê dîkek maye. Ew dîk jî hînî şer bûye heta sax maye. Hatiye ketiye odê, çûye nava çaviyên masê, ketiye dolabê, paceyê re derketiye çûye mala cîranan, li wir jî xwe li pişt tiştên malê de veşartiye. Dera çûyî jî tijî zilx kiriye. Niha jî mirov nikare xwe nêzîk bike, dema bibîn yek tê yan xwe bêdeng dike li pişt cihekî xwe mit dike, an jî hê ji dûr baz dide diçe.

Kûçikek hatibû ketîbû hundirê malê de. Rasterast hatibû nav gêreyê re xwe kiribû pişt qenepeyekî. Wilê bêdeng wilê bêdeng, heta tu bêjî. Mirov nêzîk bibe jî deng nake, xwe nalivîne. Ew jî wilê ji şer rizgar bibû.

Li gor gotina cîranê, li maleke raserî Cizîrê, nêzî Mam ‘Elo bûyerek wiha qewimiye; ji ber şer xweyiyên malê bi lez û bez xanîyê xwe diberdin û derdikevin, lê sewal û dewarên wan dimînin, di wê heyamê de, du çêlek û nêzîkî 20 bizin di malê de ne, gelek ji ban dizên çêlek û golik hemû dimirin, bizin jî hemû ji nêza dimirin lê çend kehrik ji vî şerî bi şîrê maka xwe filitîne, sax mane.

Li sûkê zilamekî got: Şer ew mehek bû destpê kirî, çêlekek hate kolanê, me hew dît sê fîşek berdanê li zikê wê dan, çêlek kete erdê ma sekinî. Piştî rojekî du roja çêleka gewr xwe kar kir hêdî hêdî kulî kulî hewl da rabe, rabû ket rabû ket, xwe gihande ava nava kolanê di çalê de kom bûyî; wilê hino hino xwe gihand giyayî, ew çêlek bi wê brindariya xwe bi wê berxwedana xwe ve ji şêr xilas bû. Lê hespê cîranê me nekarî, ew mir.

Îro dora Newrozê li vir bû, gel kom bû, li gel evqas tişt dîsa jî gel kom bû. Lê ewên devbixwîn hatin, êrîşî gel kirin, nehiştin!

Roja 8 . 23 03 2016 08 : 32
Êdî xatir ji malê dixwazim. Niha di erebeya navbajêr de me. Kolana em tê re diçin ji serî heta bînî kavil bûne hilweşiyane. Di erebê de jinên mezin keser dikişînin, kavilan nîşanî hev dikin, behsa şer û ciwanan dikin. Di devê herkesî de ev gotin heye: “Ka heyfa Cizîrê?”

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s