şêxê sen’an

kalê heft û heft salî, tehta enîya wî ji ta’etê kul bûyî, xewnekî dibîne; şêxê 500 sofîya, bere xwe dide ermenistanê li dû keçika fileh û terka misilmanîyê dike, dibe şivanê beraza, şerabê firr dike û quranê dişewitîne. hemû ji ber evînê ye! evîn bêsînor e.


guh dêrin nu’tqa ‘aşiqî

da ez bixûnim vê xetê

hemd û senaya xaliqî

sub’han ji şahê qudretê

….

sen’aniyan şeyxek hebû

ew ‘aşiqê baxoyê xwe bû

qet meyl meyl di dunyayê nebû

dûr bû ji vê meş’xeletê
şêxê evîndar diçe ber destê keça fileh. dibe bende û kole. piştî şivantî û vexwarinê hub pêk tê, evîna şêx dikeve dilê keçika fileh; şêx dîsa bi xewnekî ser xwe ve tê û ji xewa giran şiyar dibe; diçe digihe sofîyên xwe, keçik dikeve pey û herdu hem di vê dinya ye hem di dinyaya dî digihin hev.
ew pîremêrê kal bûyî

nêzîkî heştê sal bûyî

j’ ‘işqa kiçê bed’hal bûyî

der’heq bideyn lê lewmetê

…….

îkram kir dohta gurciyan

şeyxê nexoş rabû piyan

ji ber kiçê û hevriyan

meylê kişande xizmetê

…..

lew di ‘işq û. mu’hbet ismek in

me’şûq û ‘aşiq cismek in

her çar di hev da qismek in

şeyxel divê me’nê b’detê

….

‘hîkmeta wan remz û razan

murşidê naz û niyazan

mey vexwar çû ber berazam

pêxwas bi kendalan ketê

….

perde dirrandin zahirî

geh dikenî, geh digirî

dîn kir kiça sîma perî

mekseb giha xusaretê

….
li gor gotinê şêxê senan di enîya keçikê de nûra xwedê dîtiye û li dû wê eşqa xwedayî ketiye wî halî. melayê cizîrî jî:
mey nenoşî şeyxê sen’anî xelet

ew neçû nêv ermenistanê xelet
mislê mûsa wî tecellaya te dî

ê tu dî kanî xeta hanî xelet
wî nedî bejna te û dayê qiyas

hikmetê lew çûye burhanê xelet
feqîyê teyran dibêje eva işqa min e, min ji devê şêx gotiye:

miksî ji ‘işqê sohtî ye

ev qewl bi şeyx ve nohtiye

halê xwe tê da guhtiye

ji xeyn û lamê hicretê
6.Sibat.2017 – 23:11 amedê amedê

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s