​bajarê di nav niwala de; sêrt

19ê mijdara 2017’ê, ji bo dîtina xwuha xwe û ezmûna hevala xwe me ji ameda di nava deştê de berê xwe da sêrta di nav niwala de. ji bo wê em çûn îlçegarajî, bi 50 mîlyonî me du bilêt standin, û seet 3:15ê nîv-otobûsa bi rê ket. pêşiya em gihan bismilê, paşî batman derket ser rêya me: piştî wan sêrta çiyayî hêdî hêdî xwe diyar kir. gava mirov dikeve sînorên sêrtê niwal û gir û çiya derdikevin pêşiya te, rê li ser niwalekî re diçe, rê xwehr û vajî ji ber wê ser hişê xwe yî, meraq dikî, li derve dinêrî, rêyên rastûrast çi qa mirî, rêyên xwehr û vajî mirov zindî dihêlin bala mirov dide derûdorê.

piştî nêzî 3 seet rê em gihan nava sêrtê. hevalên me hatin pêşiya me, çûn dest rûyê hev, piştî merhebakê em çûn li teneke cafe’yê rûniştin.

 – hewa bajêr berû zivistanê xwe diquliband. 

 – li alîyekê bajêr ava bota li alîyê din re jî ava kezerê diherike. 

 – erebên bajêr alayên xwe ji dikanên xwe kêm nakin.

 – xwendekarên zanîngehê êvarên sêrtê geş dikin, kolan  bi wa tijî dibin.

 – gelek ji bajêr ne razî ne, hênceta ewil dibêjin bajar piçûk e, tiştek lê nîn e filan; ez bim têra xwe tijî ye, dora wê hemû çiya û nuwal û şet in şet, heta derengê şevê dikarî herî sûkê, bes e ma hê we çi divê, a din li ser pişta te û girêdayî bîra te ye.

roja din sibehê em çûn kampûsa bajêr, ji şirnexê, cizîrê û bajarên nêzîk gelek kes hatibûn, ji ber ku li bajarên wan ezmûn nehatibû çêkirin. baranek hûrik hûrik dibarîya. me pê çayê dilê xwe parîkî germ kir, paşê ezmûn berî biqede deh deqekî hevala me derket, me go hê xelk pevre derneketî û êrîşî serwîsên navbajêr nekirîn em xwe bigihînin zikê bajêr. em hatin û em birçî bibûn. me go em çi bixwin çi nexwin, me go sêrtê buryana xwe deng daye û em çûn sûka helawcîya.
sûka helawcîya jî têra xwe otantîk e wênekêşno, herin çend wêneyên xwe bi sakoyên xwe yên xakî bikişînin. li her bajarî navê sûka kevn cuda ye; li cizîra me sûka tarî ye,i amedê sûka şewitî, nisêbînê sûka qaçaxçîya, li sêrtê jî sûka helawcîya li hêvîya we ye.
nava sûka helawcîya me xwe gihande “ornek buryan“ê, li gor gotinê buryana wir xweş bû. porsîyonek 100 gram goşt e, em çar kes bûn û me nîv kêlo xwest. gava ketin dikanê pêşîyê li aliyê çepê dezgehek hebû, berx bû kehr bû nizanim êdî heywaneka pijandî hilawistibûn, hosteyek li ber sekinî û her carê hinek jê vedikir û hûr dikir datanî ser nanî û dişand jor, li aliyê rastê maseyek hebû çend kursî, tam pêşberî têketina dikanê xebatkarên din diçûn û dihatin, tenûrên wan ên goştên xwe ji êvarî de dixistinê û sibê dibû buryan dihat diket pêşiya me li wir bûn:

-silamû eleykum. 

+hoş geldiniz

-merheba (h’ ji qirikê)

+xêr hatin, xêr hatin. kerem’kin

me berê xwe da pêpêloka li çepûrastê em hilkişîyan qeta jor, li qeta jor alîyê çepê 6-7 mase kursî, li alîyê çepê serbanê vekirî, li wir jî çend mase hebûn, hewa sar bû me xwe da alîyê çepê, buryana me hat, di serê min de jî melayê me yê cizîrî, çawa dil dişipand buryanê, digo: “zanim perîşan î ji dil, bêhed biêşan î ji dil, teşbîhê biryan î ji dil, billah ne insan î mela” an jî: “badenoşê qedehê hirman im, bi dil ateş ji ceger buryan im, lew perîşan im we pir êşan im” yarê dil di tenûra êşên xwe de dil û ceger weke buryanê ji êvar de hêdî hêdî bi agirê sar dipijand.

min niyet kiribû ez wê rojê jî bimînim, da piştî xwarinê em biçin dorûberê bajêr raserî ava bota, kevirê qul û çend deverên din, lê baranê go na, veger malê. di vegerê de piştî em ji sînorên sêrtê xilas bûn, ez razam, razam heta em gihan bajarê rojê tirs jê diçe, şevê êş; amedê. 

*wêne: buroya hevalê min, nû vekiriye, kevokên kovî jî cîranê wî ne. 

*wêne: em çûn pastexanê, me pasteka piçûk jî xwar, piştî buryanê, çaya wê jî li ber bû, serxêrêya buroya hevalo. lo parêzero! 

sêrt-amed, mijdara 2017’ê

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s