bîranînek

berî du salan rojeka ji rojan em deh pazdeh kes kom bûn, me niyet kiribû herin serdana camêrekî. vî camêrê gewre li ser ekranên tirkî gotinek wilê gotibû ku yên li wir yekcarî bi yekdestî xwestibûn wî li wir bikujin, roja din doz lê vekirin, roja dîtir gotin were îfadê, ew jî çû; dozger gotê tu ji gotina xwe poşman î, wî got: ‘na!’ axir vegerabû cihê xwe, li baroyê li cihê xwe bû. em hemşerîyên wî yên li amedê yên xwendekar da rê, em çûn serdana wî, bo piştgiriya wî. çûn jê re gotin va xwendekar hatine, hema dev ji karê xwe berda hat pêşiya me bi kurmancîya xwe ya cizîrkî got hûn xêr hatin berê me da cihê rûniştinê. maseyek grover a mezin, pêşiyê ma hêviya me heta em rûniştin paşî ew jî rûnişt, gote mêhvanên xwe hûn ê çi vexwin, me gotê em hatine te bibînin, besî me ye, dîsa jî ji me re çay xwast. me xwe da naskirin, gelek keyfa wî hat, paşê behsa pêvajoyê kir, behsa wê bernameyê kir. hewl da wateya gotina xwe bêje, çima wilê gotiye, li gor wî dema wê hatibû, divê êdî hin gav hatiban avêtin. behsa xwe û dozger, nêzîkatiya dozger, çavsorîya xwe kir.
em bi qasî 45 deqa rûniştin, wê navberê me çayên xwe jî vexwarbûn, rûyê me dikenî, keyfa wî bi me baweriya me li wî dihat. ber bi rabûnê re me xwest pê re wêneyekî bikişînin, wênekêşê baroyê hat, du sê wêneyên xweşik kişandin. ew bi bejn û bala xwe ya jixwebawer li nava me, em li çep û rasta wî, li ser rûyê me bişirîn. niha li wêneyî digerim digerim nabînim. dizanim min jê nebiriye lê xwedê xira bike vê sedsalê, telefon ji wêneya tijî bûye nabînim.
niha li baroya ku ew serokê wî bû stajyer im, her cara diçime wir, ber wê oda rûniştinê re diçim ew roj û ew roja bin mizgefta çarling tête bîra min, çîzînek dikeve laşê min, li dora xwe dinêrim, kes nîn e. 
lê lê niha li şopa wî li cihê wî bi hezaran şopdarên wî hene. 28.11. 2017
kenê wî:

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s