bar dikim; WordPress out Blogger in 

çîroka min û WordPressê di sala 2011ê de destpê kir. ji wê salê heta vê gavê 6 sal bihurîn. carna jihev dûr carna bê silav û kilam carna jî serhev tijî dibû. lê îro ev nivîs, nivîsa xatirxwestinê ye. 

eslê wê dema min û WordPressê hevdu nas kir, haya min ji bloggerîyê tune bû; blog çi ye, bloggerî çi ye, çawa çêdibe. bi demê re hîn bûm, hê jî kêm im, hê jî hîn dibim, dielimim. wê demê min dît malper belaş e û tu dikarî nivîsan tê de biweşînî mi go temam e û hatim, min konê xwe lê veda, wê jî tu carî ji hatina min xwe aciz nekir. 

destpêkê min hema çi didît diweşand, hê nû min dest bi xwendina kurdî kiribû, vêca bi bandora wê min helbest û stranên tirkî werdigerandin, helbestên diketin destê min diweşandin, hema çi ba, kurdî ba bes bû. lê piştî danûstandina min û WordPressê fireh bû û şax veda û bloggerî di nav kurda de geş bû û sal û zeman derbas bûn bloga min jî li gora wê hino hino rûnişt ser esasê xwe. êdî rastî jî min weke blogekê dişuxiland.

  • çîroka min û WordPressê wilê destpê kiribû, wiha dewam dikir… 

rojkî feleka bêbext çirûskek li bin guhê min xist û go bar’ke, bar bike’w here. go va geşbûna kurdî ne di WordPressê de ye, lê di Bloggerê de ye.

erê rast e, WordPress, zengîntir e, tu li gora dilê xwe bêhtir dikarî bixemilînî, teşe bikî, bêhtir tema, bêhtir sêwirandin; belkî bêhtir dikarî reklama pê ve girê bidî û bêhtir pere qezenc bikî (helbet ev niha ji bo kurdî pêkan e an na ev arîşeyeka din e). ji bilî wan axxx ew -menü- min kir û nekir nebû menu, an jî menû an jî tiştek dî, belkî ji ber vê ye ez bar dikim :/

lê belê, Blogger, xwerû ye, geştir e, şêntir e, civat germtir e. eletexmîn %89ê blogên kurdî li Bloggerê ne, yanî blogspot in.


ji ber wê ev xatirxwestinek e, ey dosta min a rabirdû.

me gelek dem pevre borand, te gelekî guhê xwe da mi, êşa min nivîsî, bûyî kaxez û lênûska min, bûyî hibr û xameya min. tu nixwirîya min î. 

  • ji bo kesên bisebr heta vê tîpê ‘ê’ xwendî wê ev der ji vir pê de bisekine; nivîsên nû, heke çêbin, wê di vê lînkê de bin:  xendeki.blogslot.com

 

Reklamlar

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Google fotoğrafı

Google hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap /  Değiştir )

Connecting to %s