Komkujiya Cizîrê

ji tirsik.net‘ê:

komkujiya ku di navbera 80 rojên dorpêça li ser cizîrê de hat kirin e . dewleta hov 200-300 kes kuştin. heta niha hê jî kes tam nizane hejmara kuştiyan.

heta rojên 50’î nêzîkî 70-80 kes miribûn. piştî wan 3 bodrum hebûn. di wan bodruman de çend kes hebin hemû pevre bi awayek hovane hatin kuştin. li gor hinekan ev 150 kes in, hinek dibêjin 200 kes. li cihekî 12 kes hatine girtin, û hatine înfazkirin û dûvre jî hemû hatine şewitandin heta ku weke komirê lê bên.

helbet hemû ne sivîl bûn. lê hejmara yên çekdar ne zêde bû. yên din kesên siyasedmedar û xebatkarên vî bajarî bûn. teslîm nebûn! bi şevan bi rojan li ser televizyonan me dengê wan dibihîst. mehmet tunç her şev diaxivî. lê parlementerên hdpê û selhattin demirtaş nekarî ji enqere rabe û were ber deriyê cizîrê, heke ew bihatan gel ji xwe amade bû, Cizîrî, nisêbînî, hezexî, silopî, şirnexî amade bûn hema bila hemû parlementerên wan werin û bikevin pêşiya wan, belkî koridorek vebûya, belkî nekarîban evqas hovîtî bikiran. lê nekarîn enqere bên vir.

cizîr, warê berxwedanê, tolhildanê û warê bedeldayînê, komkujiyê. di serhildana mîr bedirxan de jî cizîr xir û xopan kir vê dewleta romiya, dîsa bi tank û topan, bi rojan bi hefteyan bajar dabu ber topan. hingî jî cizîr vala bibû. her tişt xira bibû. lê dûvre dîsa gel vegeriya, dîsa ji nû ve malên xwe ava kirin, xaniyên xwe qayîmtir kirin û dîsa li ber dewletê serî netewandin.
vê carê jî hemû der xira kirin,  bi rojan bi hefteyan bi mehan Cizîr dan ber topan, tankên li ser her çar milên cizîrê her xanî her kolan kir hedefa xwe, bi tankên xwe şer kir, nêzîkî bajêr nebû, nedikarî şer bike, lê hêza wê sed qetê ya keleşgira bû. bi tankên xwe 70 rojan bajar da ber topan, her sê bodrum bi erdê ve rast kir. û rojên ewil jî bi sniperên xwe zarok ban, jin ban, kî bidîtan dikuştin ji ber ku nedikarîn bi hêsanî pêşve bên û helbet dixwestin gel biêşînin û gel ji bajêr derkeve û ew jî yên mayîn bi rihetî bikujin.

jineke mezin mala wan raserî mala me ye, dema ji mal derket here hewşa xwe tuwaletê bi gulleya akrep/panzerekî hate kuştin, gulle lê ket, kete erdê, yek din jî berdayê, mêrê wê pê ve beziyaye berdane wî jî, yên din jî çûne paşî gulle neavêtine rahiştinê anîne hundir lê gulle ne gulleyên normal in, gulle gava li laş dikeve di nav laş de çalekî vedike, di nava laş de jî careke din diteqe, ew jî dimire. mahmuttin duymak heye, li cizîrê gelek kes nas dikin, îsozeke wî heye, tê de sebze difirot carna jî pê bar dikişand. sê/çar keçên wî û du kurên wî yên piçûk hene. xebatkerekê zîrek bû, dihat kurdîderê, endamekî kurdîderê bû, diçû partiyê. di wê bûyera faysal sariyildiz û gel dixwestin derbasî aliyê din ê cehdeyê bibin û herin bodruma ku brîndar lê dimeşiyan û dewletê bi panzêran êrîşî gel kir û çend kes brîndar bûn, kameremanê imc tvyê jî hemû tişt kişand û ew jî brîndar bû de, mahmuttin xuya dike, bi tebleya desta çend brîndaran derbas dike, lê vedigere. paşî ew jî di weşana imc tvyê de bi telefonê diaxive, dibêje “dilê min nehişt ez herim û wan hevalên xwe yên di bodrumê de tenê bihêlim. lewma ez vegeriyam” mahmuttin jî di wê bodrumê de teslîm nebû û mir, li pişt xwe 6 zarok û jinek hêlişt û çû.

gelek çîrokên din ên wiha hene, mala me li cudiyê ye, ser dibistana istîqlalê re, nêzîkî mam ‘elo, raserî bajêr e, diya min û bavê min ew roja 14-15ê ji wir derketine hatine jêrtir, ji ber ku tank nêzîkî mala me bûne. piştî ew derketîn ji xwe kes li wan deran nebûn, ne şervan, ne ji gel kes nebû. piştî şer qediyaye ev hov û wehş joh û poh hatine ketime her malî û ketine mala me de jî, aliyê mitfaxê re dîwarê xanî anîne xwarê, bi kepçeyên xwe yên piçûk ka vêca pê çi, ketine tê de hemû cîhaz û mekîneyên ceylanê yeko yeko şkandine, pirtûk qetandine, dolap şkadine, her tişt derxistine avêtine erdê, di mal de li ser dîwarê me dirûşmên xwe nivîsîne: “joh poh”, “em hatin hûn li ku ne”, “tak tak”, “an em ê hemûya bikujin an em ê hemûya biperçiqînin”. genimê me yê di kîsan de rijandine û û gelek tiştên din, ev tenê ji ber ku mala min e ez wek mînakekî ji we re dibêjim, qene bê fêmkirin ka çawa ketine her malê di her malê de bêhna fireh ji xwe re tişta xwestîn kirine, wek ku komeke xirakirin û talankirinê hebe ketiye her malê her mal xira kiriye, ji bilî malên top lê ketî,  an hatî şewitandin, gelek xanî şewitîne, hatine xirakirin, anîne xwarê jî. gelek cihan dizî kirine, qompîtûr û kamerayên dîtin ji xwe re birine. û gelek tiştên din ên hêj nayên zanîn.

ev aliyê ekonomîk e, ji aliyê din ve ji xwe mirov nikare biaxive, mirov nikare behsê bike. nayê gotin, nayê nîşandan, îro heyeta komeleya mafên mirovan û tihvê çûne wir, dibêjin: “di bodruma 3yê de me hestiyê çeneya zarokekî dîtiye, ev qirkirin e, ev der ji bosnayê xiraptir kirine.” hestiyên mirovan hê di wan bodruman de mane, faysal sariyildiz digot li ber dîjleyê di nav harfiyatê (parçeyên dîwar û qolonên wan bodruman) de piçên laşên mirovan derketine. û hê jî em hejmara miriyên xwe nizanin!?? ev êş wê çawa bê gotin?

piştî van tiştan, gel çi dixwaze? bêhtir ez dikarim bêjim yên min dîtin hemû hêviya biharê ne û heyfa xwe dixwazin, di nava vê zivistanê 100.000 kes koçber bû ketin ser riya, hewceyî xelkê bûn, rezîlî, feqîrî û xaniyên xirabûyî, talanbûyî, 200-300 can, her yek çîrokek, jiyanek. her Cizîrî heyfa xwe dixwaze, hêviya biharê ne, her Cizîrî aniha şerê mezin dixwaze. min yek dît digot: “heke pkk heyfa me nehêlîne em ê jî çeka xwe rakin!!!”

lê ji bilî her tiştî qedexeya ku şevan dewam dike, her cara kesek ber polîsekî re here û polîsên kenê xwe dike, gotinan dibêje, henekên xwe dike. wê çawa bê qebûlkirin?

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

image

Yorum bırakın